Demîrtaş: Pirsa 'Gelo Erdogan cîdi ye?’ ji me pirsîn

Demîrtaş: Pirsa 'Gelo Erdogan cîdi ye?’ ji me pirsîn

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku tevlî Konferansa Rojavayê Kurdistanê ya Navnetewî bû li Berlînê serdanên xwe temam kir.  Demîrtaş ku bi rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî re hate cem hev got: “Eleqeyeke mezin ji bo pêvajoyê heye. Ji me pirsa ‘Erdogan cidî ye?’ tê kirin.

Hevserokê BDP’ê Demîrtaş ji roja yekşemê ve li Almanyayê gelek serdan pêk anî.  Ligel paralmenterê partiya Keskan û Çep bi parlamenterên FDP û CDU yên hikûmeta Federal re jî hate cem hev. Her wiha bi wezîrê Karê derve jî hevdîtinek girîng pêk anî.

Demîrtaş ku bi musteşarê Wezîrê Karê Derve Dr Hans Dîeter Lucas re hate cem hev pêvajoya çareseriya Kurd girt dest.  Her wiha bi nûnerên weqfa Henrîch Boll û Konrad Adenauer hevdîtin kir. Demîrtaş di derbarê hevdîtinên xwe de ji ANF’ê re axivî.

Demîrtaş da zanîn ku, ji bo pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin eleqeyeke mezin heye û got: “Pêvajo ji nêz ve tê şopandin.  Pêvajo bandorê liser hevsengiya Rojhilata Navîn dike û dê bike jî. Ji ber vê jî bi saya hevdîtinan bûn xwedî fikrên berfireh.

Demîrtaş destnîşan kir ku, hemû nûnerên partiya piştgiriyê didi pêvajoyê û got: “Hinek partiyan gotin dê heyetan bişînin Kurdistanê û dê  rewşê bişopînin.  Hemû partî rewşê difikirin. ev jî tê wateya ku dê Almanya polîkaya xwe biguhere.”

LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ HAT ROJEVÊ

Her wiha Demîrtaş anî ziman ku, hevdîtina cigirê wezîrê karê derve jî gelek erênî derbas bûye û ragihand ku, “Di hevdîtinan de wan jî piştgiriya xwe anî ziman.  Gotin ew dê ji nêz ve pêvajoyê bişopînin û dê li aliyê çareseriyê bin. Her  wiha mijara lîsteya rêxistinên terorê jî hat rojevê. Di hemû hevdîtinan de  me xwest ku PKK’ê ji lîsteya Terorê bê derxistin.  Me xwest kuli şûnda zextan divê kanalên siyasetê bên vekirin. Wan jî dê vê bikin rojeva xwe.

EWROPA NIHA TENÊ TEMAŞE DIKE

Demîrtaş destnîşan kir ku, welatên Ewropayê niha tenê pêvajoyê temeşa dikin û got: “Balkêşe ku di hemû hevdîtinan de  pirsa ‘Erdogan cidî ye?’ ji me hat pirsîn.  Yanî ew jî ji dixwazin cidiyeta AKP’ê fêm bikin.  Ger ew jî cidiyeta pêvajoyê bizanibin dê aktîftir tevbigerin.”