Demîrtaş nivîsî: AKP têk diçe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya ku lê rehîn e pêvajoya hilbijartinê ya 24'ê Hezîranê û têkçûna AKP'ê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş li ser pêvajoya hilbijartinê ya 24'ê Hezîranê û têkçûna AKP'ê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî û got, "Qedroyên tevgera Kurd û tevgerên çepgir, ji ber sedema girîng, cidîbûn û lezgînbûna vê mijarê bi lez divê xwe berdin qadan. Divê nîşan bidin ku têkoşîna çînî ji xwedîderketina azadiyên sereke ne qut e û vê bi pratîkê nîşan bidin."

'BI ÇÛNA AKP'Ê RE QAD JI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ RE VEDIBE'

Demîraş di nivîsa xwe de de diyar kir ku benda 50 ji 100'î û yasaya tifaqê ya ku AKP'ê bi destê xwe aniye ji 'bloka faşîst a AKP-MHP2ê re bûye şevreşk' û got heke "Muxalefet di nava xwe de lihevkirineke xwedî rêgez bike dikare bibe şahidê têkçûna 'trajîk' a AKP'ê."

Demîrtaş got, tenê têkçûna AKP'ê wê neyê maneya hatine demokrasiyê lê bi çûna AKP'ê re ji têkoşîna demokrasiyê re wê qadek vebe û hêzên demokrasiyê bi gavên rast di qada azadiyan de dikarin pir li xwe zêde bikin.

'AKP JI HÊLA SIYASÎ VE DIMIRE'

Demîrtaş da xuyakirin ku ji hêla siyasî ve mirina AKP'ê û lîdertiya wê hatiye û ji mêj ve mîna bizina ku mirina wê hatiye nanê şivên dixwe. Demîrtaş got, li şûna ku destê xwe bide destê Kurdan ê ku ji bo aştiyê dabûnê, hewldana şikandina destê Kurdan ji bo AKP'ê detpêka dawiyê ye û wiha dewam kir, "Mîlada  vê redkirin û qebûlnekirina Mitebeqata Dolmabahçeyê ye. Geşedanên piştî wê jixwe têne zanîn."

'AKP ÎSLAM XIRA KIRIYE'

Demîrtaş bal kişande ser wan gotinên ku dibêjin "Serokê Giştî yê AKP’ê dêhayek e û bi gavên biaqil xeta siyasî ji serfiraziyan dibe serfiraziyan" û destnîşan kir ku ji ber van gotinan ew matmayî ye. Demîrtaş diyar kir, xeta Îslama siyasî ya ku ji 1940’î ve bi navenda Misrê geş bûyî serkeftina berbiçav sala 2002'yan piştî ku AKP hatiye ser kar li Tirkiyeyê bi ser ketiye û wiha dewam kir: "Xeta Îslama siyasî di şexsê AKP’ê de gelo çi bi dest xistiye? Heke mirov bi objektîfî binirxîne, dev ji avakirina Îslama siyasî berdin, çanda Îslamî jî bi paş ve biriye, xira kiriye."

Demîrtaş bal kişande ser rastiya AKP'ê û lîdertiya wê û got, "AKP û lîdertiya wê, li nav cimeta Îslamî weke 'zilamê ku doz firotî' tê dîtin. Ji mêj ve hatiye fêhmkirin ji lîdertiyeke ku ji bo desthilatdariya xwe ya şexsî diziye, rantê, talanê, gendeliyê, zilmê, neheqiyê, têkçûna sincî rewa dibîne, wê lîdertiya pergala civakî ya nû dernekeve."

'AKP DI NAVA TÊKÇÛNEKE MEZIN A ÎDEOLOJÎK DE YE'

Demîrtaş işaret bi têkçûna AKP'ê kir û got, "AKP û Îslamiyên siyasî ji ber ku ji têkçûn mezin a îdeoljîk dijîn, em ê gelê xwe yê Misilman li bara modernîteya kapîtalîst tenê û neçer bihêlin?" diyar kir ku ev ji hêla sincî, dîrokî, siyasî ve nayê qebûlkirin û got, "Perspektîfa îslama demokratîk a ku rêzdar Ocalan gelek caran bal kişandî ser, divê bi rengekî cidî mirov deyne ber xwe û wê pratîze bike."

'QEDROYÊN TEVGERA KURD Û ÇEPGIR DIVE XWE BERDIN MEYDANÊ'

Demîrtaş got, "Niha tam jî dema ku AKP têk diçe, bi sernavê bawerî û jiyana civakî, li şûna ku em meydanê ji faşîzma rastgir re bihêlin, dema wê ye ku em meseleye bi helwesteke azadîxwaz binirxînin."

Demîrtaş herî dawî bal kişande ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û got, ‘'Xebatên hilbijartinê ji bo ku ev xeta azadîxwaz were dîtin û were pêkanîn fersendeke girîng e. Berevajî vê,  ku AKP biçe ser sergoya dîrokê jî, li şûna wê di cih de wê desthilatdariyeke bi mêla rastgir wê xwe di ber desthilatdariyê re bike. Qedroyên tevgera Kurd û tevgerên çepgir, ji ber sedema girîng, cidîbûn û lezgînbûna vê mijarê bilez dive xwe berdin qadan, dive nîşan bidin ku têkoşîna çînî ji xwedîderketina azadiyên sereke ne qut e û vê bi pratîkê nîşan bidin.''