Demîrtaş: Li hember partiya me êrîşeke bi plan heye
Demîrtaş: Li hember partiya me êrîşeke bi plan heye
Demîrtaş: Li hember partiya me êrîşeke bi plan heye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li meclîsê pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku êrîşa li hemberî endamê Meclîsa HDP'ê Ahmet Karataş ji aliyê dewletê ve hate kirin û bi vê yekê peyama "Em ê serê xwe jê bikin" dan û wiha got: “Em jî dibêjin hûn serême jî jê bikin em laşê xwe teslîmî we nakin." Demîrtaş, têkildarî bûyera nîqaş di balafirê de jî wiha got: "Çima wekîlê AKP'ê wê demê li wir bû, em ji bo ku ev kes nebe hedef veşart lê wî bi îştaheke mezin çima aşkera kir? Di nava bûyerê de gelek lîstik hene." Demîrtaş, da zanîn ku tenê Ocalan pêvajoyê dikare bi dawî bike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî geşedanên di rojevê de li meclîsê bi rojnamegeran re hate cem hev û pirsên wan bersivandin. Demîrtaş, diyar kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê weke provokasyon nayên nirxandin û wiha got: “Ev provokasyon nîn e li hemberî partiya me êrîşên bi plankirî ne. Dewletê xwest li avahiya partiya me de serê rêveberê partiya me jê bike. Li pişt vê êrîşên hêzên kur tunene dewlet bi xwe heye. Peyama bi vê yekê didin vekirî ye. Ji HDP'ê re dibêjin em dê serê we jê bikin. Êrîşkar ji bo serê Ahmet Karataş jê bike her tişt kiriye. Fikra kuştiye û hewcehî bi veşartina nasnameya xwe jî nedîtiye. Telefona xwe li wir hiştiye. Hewildana cînayetê bi wayek xwînsarî kiriye. Peyama li hemberî ev ye."
‘JI ME RE DIBÊJIN EM Ê SERÊ WE JÊ BIKIN'
Demîrtaş, anî ziman ku li hemberî vê êrîşê peyama wan û a HPD'ê zelal e û wiha axivî: "Gelek caran ew serê me jê kir lê me tu caran laşê xwe teslîmî we nekir û telîmî we nebû." Demîrtaş, da zanîn ku piştî bûyerê êrîşkar hate binçavkirin ji bilî êrîşkar tu kesên din nayê binçavkirin û girtin û li benda tiştekî wisa jî nîn in. Demîrtaş, bilêv kir ku êrîşkar dê "weke kesên din ên berê weke qehremaneke neteweyî bê darizandin" û bersiva gotinên Serokwezîr ên "Em HDP'ê hedef nîşan nadin" da û wiha pê de çû: "Serokwezîr di 8'ê cotmehê de got, 'Ez bang li hemû kesî dikim ku bertekê nîşanî HDP'ê bidin' Li hemberî me lînça siyasî dan destpêkirin. Ev yek têra wan nekirin vê carê jî dest bi ser jêkirin û stû birînê kirin û dixwazin peyamekê bidin. Bi awayeke tesadurî Hevalê Ahmet li wir bû û bû hedef. Kîjan endamê me li wir ma dê wê demê rastî heman êrîşê hatiba."
HEYETA HDP'Ê SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA
Demîrtaş têkildarî pêvajoya çareseriyê de jî nirxandin kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heyata me dê îro bi awayekî fermî serî li Wezareta Dadê bide. Em dixwazin Wezareta Dadê bi wayeke lezgînî bersiva heyetê bide û heyet demildest biçe Îmraliyê.Heke bixwazin pêvajo bidome divê bi awayeke lezgînî bersiva serlêdanê bidin û heyata me bi lezgînî biçe wir. Demek dirêje çûn û hatin çêdibin û dê heyata me îro serlêdana fermî bike."
‘DIVÊ SEROKWEZÎR BI AWAYEKÎ BERVEKIRIKÎ LI SER BÛYERA ÇEWLÎKÊ RANEZÊ'
Demîrtaş, bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmetê yên piştî çalakiyên Kobanê ew sûcdar kirin û gotinên provokasyonê da û daxuyaniyên hikûmetê yên piştî bûyerên Çewlîkê bi birxistdin. Demîrtaş, Serokwezîr piştî bûyera Çewlîkê têkildarî 5 kesên hatin qetilkirin de got, "Alçak di heman demê de hatin cezakirin" û wiha axaftina xwe domand: "Me jî li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremê girtin têkiliya her du bûyeran bi hev re tuneye. Raporên balîstikê em piştrast kirin. Kesên ji vê înfazê bi saxî xilasbûn hene. Di nava van kesan de PKK'î hebûn lê ew wê rojê û di wê seatê de ber bi herêmeke din ve diçûn û hatin rawestandin û bêyî hişyariyê ew înfaz kirin." Demîrtaş, ji serokwezîr re pirsên "Gelo hûn niha li pişt wê daxuyaniya xwe ne? Hûn li piştî vê înfazê ne?" pirsîn û da znaîn ku bûyer cînayeteke vekiriye û wiha got: "Du amirên polîsan hatine qetilkirin lê piştî wê dewletê 5 kes hatin qetilkirin û cînayet kirin. Divê serokwezîr di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Divê serokwezîreke ewqas bi awayeke bervekirkî li ser bûyereke wisa ranezê."
'DI ROJAVA ME DE GIRTINA PARTIYÊ TUNEYE'
Demîrtaş têkildarî, girtina HDP'ê de jî wiha got: "Di destê me de agahiyên amadekariyekî wisa hene tunene. Hevalên me pirsa di MGK'ê de tiştekî wisa hatiye axaftin pirsîne. HDP partiyek nû hatiye avakirin e. Bi bawerî û bi îstîkrar pêş dikeve. Di rojava me de tiştekî wisa tuneye"
‘ME JI TU KESÎ LÊBORÎN NEXWESTIYE'
Demîrtaş li ser nîqaşa navbera xwe û endamê berê yê Partiya Hur Davayê ku di balafirê de derket rawestiya û ev tişt anî ziman: "Min got ku destê min nagere ku ez we li vir bihêlim û min wan ji qereqolê derxist. Min tu caran ji wan lêborîn nexwest û ji jina li kêleka wî -dibe hevjîna wî be- re got ku li kusurê nenêrin hûn bûn şahidê vê yekê. Em li hemberî heqaret û gefên wî bi hestyarî tevgeriyan. Piştî bûyerê daxuyaniya ku parlamenterê AKP'ê Suleyman Hamzaoglu me xemgîn kir û mirovan dide fikirandin. Wî li wir ji min re got birêz serokê giştî tu mudaxale neke em ê bang li polîsan bikin, bila ew mudaxale bikin. Ew parlamenterê ku wê gavê heq dida min li pêşberî çapemeniyê daxuyaniyên berovajî da. Gelo siwarbûna wî ya balafirê bi zanebûnî bû." Demîrtaş li ser gotina provokasyonê jî wiha axivî: "Li vir provokator kî ye. Yê ku di balafirê de êrîş û heqaret li serokê giştî kir ma ne provokasyon e? Li vir lîstikên qirêj hene. Min ev yek li qereqolê ji wan re jî got. Min ew kesê ku heqaret li min kir ji qereqolê derxist. Malbata wî kesî ji bilî hevjîna wî hemû endamên partiya me ne. Piştî daxuyaniyên tahrîkî yên parlamenterê AKP'3e ev bûyer derket holê. Ew parlementerê AKP'î ne masûm e."
‘CEO'YÊ AKP'Ê ERDOGAN E'
Demîrtaş derbarê pêvajoya çareseriyê de jî nirxandinên girîng kir û wiha pêde çû: "Di navbera heyeta me û hikûmetê de dem bi dem hevdîtin pêk dihatin, lê ev 20 roj in dibe ku zêdetir be bi hikûmetê re hevdîtin pêk nehatiye." Demîrtaş destnîşan kir ku geşedanên herêmê û Kobanê bandor li ser pêvajoyê kiriye. Demîrtaş bertek nîşanî şertên ku hikûmetê daniye pêşiya wan da û wiha berdewam kir: " Dibêjin 'HDP wekî partiyekê tevbigere û ji bo çalakiyên Kobanê lêborînê bixwaze em ê lê binêrin'. Ew nizanin bê çi dibêjin. HDP ji AKP'ê bêhtir partiyek e. Ew wekî şîrketekê li partiya xwe dinêrin û nelirêtiyê dikin. Li ser wan CEO heye. Ew jî Erdogan e û wekî şîrketekê bi rêve dibe partiyê bi rêve dibe. Ger ku wan di aliyê wijdanî de lê binêriyana jî pêvajo dê pêş biketa."
‘BERXWEDANA 6-7'Ê COTMEHÊ MAFDAR BÛ Û PÊVAJO JI SERÊ KENDALÊ VEGERANDIYE'
Demîrtaş bilêv kir ku berxwedana 6-7'ê cotmehê berxwedaneke mafdarî bû û wiha domand: "Hêj pêvajo bi dawî nebûye. Berovajî vê yekê pêvajoya ku li ber qedandinê bû, hem xilaskirina pêvajo û hem jî Kobanê hamleyeke di cih de kir. Heke îro Kobanê neketibe ev yek bi saya xwedîderketina gel e. Ger ku Kobanê biketa birêz Ocalan û PKK dê ev pêvajo bi dawî bikirana. Fedakariya gel pêşiya karesatên mezin girt. Ger ku li holê provokasyonek hebe ew jî jprovokasyona neparastina pêvajoyê ye. 5 hezar parêzvanên Erdogan hene, çima wê demê avahiyên Partiya Hur Davayê neparastin. Li Dîlokê kesên di destên wan de kêr û dar hebûn li ber hêzên ewlehiyê êrîşî hevalên me kirin û 5 endamên me qetil kirin. Li Kerboranê welatiy^ne ji cenazeyê vedigeriyan gulebaran kirin û li wir 3 welatî qetil kirin. Ligel vê yekê hewl didin her tiştî tên stûyê me, lê bila tu kes li kusurê nenêre. Ev dewleta dest bi xwîn hesabê ku bipirse herî dawî ez im û partî jî HDP ye."
'HETA OCALAN Û ERDOGAN NEBÊJIN....'
Demîrtaş der barê domandina pêvajoyê de ev tişt anî ziman: "Em ne hezkiriyê qedandina vê pêvajoyê ne. En ji bo ev pêvajo bimeşin serlêdanê dikin. Heta ku birêz Ocalan nebêje pêvajo qediya û yan jî hikûmet nebêje pêvajo qediyaye, heta ku Ocalan û Erdogan nebêjin pêvajo qediya ev pêvajo dê bidome."
‘HEWCEYÎ BI ÇAVDÊRÊN 3'YEMÎN HEYE'
Li ser pirsa DYA mudaxîlî pêvajoyê bibe de jî wiha axivî: "Mijara çevdêrên 3'yemîn li Îmraliyê hatiye axaftin û her kes di vî alî de pêşniyar kirine. Divê heyeta çavdêriyê hebe. Ji bo em zanibin bê pêvajo di çi astê de ye divê heyet biçe Îmraliyê."
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de li ser helwesta guhertina heyetê de jî rawestiya û wiha got: "Ne ku heyetê biguherin, divê heyetê berfireh bikin." Demîrtaş bertek nîşanî helwesta hikûmetê da.