Demîrtaş, Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ziyaret kir
Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Umraniyeyê Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ziyaret kir.
Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Umraniyeyê Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ziyaret kir.
Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Umraniyeyê Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ziyaret kir. Demîrtaş têkildarî biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê got: "Me bang kir û bersiv dan vê banga me. Lê AKP dbêje, ‘Em ê li hember vê bangê nesekinin’. Ji ber tabût ji wan re pêwîst in. Em li Enqereyê parçe parçe bûn, dîsa me aştî qîr kir. Ez li vir bang li hilbijêrên AKP’ê bikim. Madem em bira ne, hûn jî derkevin bang li partiya xwe bikin. Hûn jî rojekê ji bo aştiyê derkevin kolanan. Madem em bira ne hûn jî derkevin deng tevlî vê qîrînê bikin.”
Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Umraniyeyê Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ya li Taxa 1 Mayis ziyaret kir. Demîrtaş li ber komeleyê ji aliyê gel ve bi dirûşma, "Heq, hiqûq, edalet wê bi HDP’ê re bê” hat pêşwazîkirin. Demîrtaş got ku HDP, hêviya hemû gelan e.
Demîrtaş, banga diyalogê li hikûmet û Erdogan kir û got: “Bila bi me re axaftin û lihevkirinê biceribînin. Em li hember zilma zalim pir baş dizanin li ber xwe bidin. Eger bên ser me di destê me de çi derfet hebin em ê bi wan li ber xwe bidin.”
Demîrtaş têkildarî biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê got: "Me bang kir û bersiv dan vê banga me. Lê AKP dbêje, ‘Em ê li hember vê bangê nesekinin’. Ji ber tabût ji wan re pêwîst in. Em li Enqereyê parçe parçe bûn, dîsa me aştî qîr kir. Ez li vir bang li hilbijêrên AKP’ê bikim. Madem em bira ne, hûn jî derkevin bang li partiya xwe bikin. Hûn jî rojekê ji bo aştiyê derkevin kolanan. Madem em bira ne hûn jî derkevin deng tevlî vê qîrînê bikin.”
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Em ê li rex gelên xwe yên bindest bin. Em ê destûr nedin me parçe bikin. Ji ber em li pey ala azadiya jinê dimeşin. Vaye vê qebûl nakin.”
Demîrtaş piştî axaftina xwe ya li vir bi eleqeyeke zêde ya gel ji komeleyê veketiya.