Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tevlî rûniştinê nebû

Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahettîn Demîrtaş, ji ber xebatên hilbijartinê tevlî rûniştinê nebû. Doza bi hinceta ‘Heqaret li serokkomar kiriye’ hate taloqkirin.

Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “Heqaret li Serokomar kiriye” bi cezayê 4 salan ê hepsê tê darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê pêk hat. Demîrtaş beşdarî dozê nebû û parêzerên Demîrtaş û Erdogan di danişînê de amade bûn.

Demîrtaş bi daxwaznameyekê ji heyeta dadgehê re ragihand ku ji ber xebatên hilbijartinê dema wî nîne nikare tevlî danişînê bibe. Parêzerên parastinên xwe yên danişînên berê dubare kirin.

Parêzerên Erdogan gilîkirina xwe dewam kirin.

Heyeta dadgehê biryar da ku Demîrtaş di danişînek din amade be û danişînê taloqî 5’ê Kanûnê kir.