Demîrtaş: Gor pîroz in, divê gelê me helwesta xwe nîşan bide

Demîrtaş: Gor pîroz in, divê gelê me helwesta xwe nîşan bide

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li hemberî êrîşa li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê nerazîbûneke tund nîşan da. Demîrtaş got, "Xerakirina gorên zarokên vî gelî, sedemek têrker e ji bo raperîn û serhildanê. Ez ji vê derê bi awayekî zelal bang li gelê me dikim; gor pîroz in. Bila partiya me û gelên me helwesta xwe ya pêwîst nîşan bide. Ti eleqeya vê bi pêvajoyê re nîne."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî civîna çapemeniyê ya li gel Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah ku bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê ye, li avahiya KCD'ê bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên di rojevê de.

'JI BO KONGREYÊ SOZ JI GEL RE HATIYE DAYÎN'

Demîrtaş der barê pirsa li ser paşvexistina Kongreya Neteweyî ya Kurd de destnîşan kir ku ew weke BDP dixwazin demek ji ya din zûtir kongre were lidarxistin û got, "Mixabin ji ber amadekariyeke têrker nehatiye kirin, paşve hat xistin. Niha jî ji ber hilbijartinên li Herêma Kurdistana Federal careke din paşve hat xistin. Ji bo di dema hatiye diyarkirin de pêk were, divê herkes kedeke mezin bide. Ji ber ku, ji bo lidarketina vê kongreyê soz ji gel re hatiye dayîn."

‘EM DI QONAXA HERÎ KRÎTÎK DE NE’

Demîrtaş der heqê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku ew di qonaxa herî krîtîk a pêvajoyê de û destnîşan kir ku ji niha û pê ve her kêliya hikûmet gavê neavêje, dê pêvajoyê têxe rewşeke zehmet de. Serokwezîrê vî welatî radibe dibêje li holê pêvajoyeke danûstandinan nîne. Eger li holê pêvajoyeke tinebe, hingî ew çend hevdîtinên hikûmetê yên li Îmraliyê, danûstandinên li Qendîlê tên çi wateyê. Eger ev hemû hevdîtin û danûstandin ji bo hikûmetê nayê ti wateyê, hingî hikûmetê ji aliyê xwe ve pêvajo qedandiye. Eger li holê pêvajoyek tinebe, wê demê her kes wê bi ya xwe bike."

LI DIJÎ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ GORISTANÊ NERAZÎBÛNA TUND

Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmetê heta niha ji bo pêvajoya çareseriyê gav neavêtiye û got, "Hînê me gaveke cidî nedîtin. Pêvajoyê bandora xwe li ziman û gotinan nekiriye. Em pirsgirêkeke sed salan çareser dikin, lê hînê hikûmetê ziman û gotinên xwe neguhertiye. Hînê zimanekî serdest, zordar heye. Hînê vîna siyasî ya gelê Kurd û gelê Kurd bi xwe biçûk dibînin. Kurd vê qebûl nakin.

Demîrtaş xerakirina "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê ji aliyê leşkeran ve bibîr xist û got, "Tê gotin ku cenazeyek jî derxistine û birine. Dibe ku provokasyonên li hemberî pêvajoyê çareseriyê derkevin holê lê belê li tu devera cîhanê êrîşeke li hemberî goran exlaqî nehatiye dîtin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de ev weha bû. Xerakirina gorên zarokên gelekî, ji bo ew gel serî rake, têra xwe sedemeke."

Demîrtaş diyar kir ku divê hikûmet der heqê ew berpirsyarên goristan xerakirine de lêpirsînê veke û got, "Emê bişopînin, ka Wezareta Karên Hundur, Walîtiya Mêrdînê der heqê leşkerên ev gor xerakirine de lêpirsînê veke yan na. Vana dê aqûbeta pêvajoyê diyar bikin. Ez ji vê derê bang li gelê me dikim û weke fermaneke vekirî ji endamên partiya me re dibêjim; Gor pîroz in. Yên ku gor xerakirine, yên ku kevirên goran şikandine hûn jî serê wan bişkînin. Tu eleqeya vê bi pêvajoyê re tineye."

‘NABE KU JI DEWLETÊ RE SERBEST BE, JI KURDAN RE JÎ QEDEXE'

Demîrtaş der barê pirsa li ser weşana Kurdî ya Anadolu Ajansi (AA) de Demîrtaş got, "Nêzîkatiya Komara Tirkiyê li Kurdî, nêzîkatiya Kurdî 'malê dewletê ye'. Ne malê Kurdan e. Encama feraseta; weke dewlet emê tişta dixwazin biaxivin, bi her awayî em dixwazin emê bikar bînin, lê Kurd nikarin bikar bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê were qebûlkirin ku Kurdî zimanê Kurdan e. Ji AA re serbest, ji zarokên Kurd re qedexe nabe."

‘DI NAVA 10 ROJAN DE EM DIKARIN BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’

Demîrtaş da xuyakirin ku ew li bendê ne hefteya pêş an jî di nava 10 rojan de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Hikûmetê dixwest agirbest bibe, gerîla vekişe. Ev hemû bûn. Niha bendewariya gel heye. Em ketine wê pêvajoyê ku divê bendewariyên gel bicih werin anîn. Divê hikûmet vê bike, ku dilê Kurdan rehet bibe, dilê gel rehet bibe. Heta ku hikûmet vê bike, dê pêvajo bi rîskê re rû bi rû be. Divê maseya hevdîtin û danûstandinan bi hêz were parastin. Ji bo hevdîtin dewam bike, divê her kes ji ya destê xwe tê bike. Em di vî warî de di nava hewldanan de ne. Divê hikûmet vê pakêta xwe ya amade dike, veguherîneke gaveke girîng a bersivê dide bendwariyan. Eger vê bike, wê hêviya gel a ji bo pêvajoyê zêde bibe. Eger em bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, em hemû mijar dê bên nirxandin. Emê nêzîkatiya wî ya di vê mijarê de bibînin."