Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Kuçukçekmeceyê, li Salona Dawetê ya Klas ji gel re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de AKP û Erdogan hezar carî poşman bikin.
'DAVÛTOGLÛ NIKARE BIBE SEROKÊ POLEKÊ!
Demîrtaş di herikîna axaftina xwe de ji bo Serokwezîr Ahmet Davûtoglû got, "Her tim xwe weke lîderê mûxalefetê dît. Mîna ku em li ser desthilatdariyê ne, timî hesap ji me dipirse. Ya rast; eger ev êş nebûna, em jê razî ne. Ew ji bo me pariyekî biçûk e. Şexsekî ku gotinek wî li gotina din nayê. Ji S a siyasetê fêm nake. Ji bo me pariyekî biçûk e, lê ji bo welêt zerar e. Mirov serokatiya polê jî rastî vî nakin. Lê mixabin radibe hewl dide 80 mîlyonî bi rê ve bibe. Hûn wî bikin serokê kîjan polê, wê li wir pevçûn derkeve. Bêyî agahiya qesrê, nikare derkeve derve. Niha Serokwezîr rabûye gefê li me dixwe. Şexsê ku wezîfeya wî pêkanîna ewlekariya welêt e, veguheriye navenda gefxwarinê. Serokwezîr beşek ji maeşê xwe ji gelê Wanê werdigire. Radibe bi Torosên Spî gefê li vî gelê ku maeş dide wî dixwe. Min duh dubare kir, îro jî dubare bikim. Em bi tenê salekê jî li ser desthilatdariyê bimînin, eger em ji desthilatdariyê bikevin em ê ji gelê xwe re bêjin, 'Bila dilê we rehet be, qiyamet ranabe.'"
BANG LI HILBIJÊRÊN AKP'Ê KIR
Demîrtaş gotina "Eger em biçin wê JÎTEM, Torosên Spî werin" ên Davûtoglû bibîr xist û ev bang li hilbijêrên AKP'ê kir: "Hilbijêrên AKP'ê; bi dengên ku we danê Serokwezîr radibe gefa kuştinê li me dixwe. Ji kerema xwe re careke din, li ser tercîha xwe bifikirin. Bi vê ferasetê, Tirkiye nayê bi rê ve birin. Em bi desthilatdariyeke siyasî ya dîn û har bûye re rû bi rû ne. Ev çi desthilatdariye ku ewqasî evîndarê rantê ye."
'LÎSTIKÊN QESRÊ BI SER NEKETIN; ALTERNATÎFA BI TENÊ EM IN'
Demîrtaş ji her kesên xwedî wijdan xwest, ku li ser sedema rûdana şer û mirina mirovan bifikirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji bilî serketina HDP'ê ya wergirtina ji sedî 13 ê dengan û pê ve çi guherî? Ji bo di şevekê de ewqas balafiran rake û Qendîlê bombe bikin, çi guherî? Bi tenê xwestin me di binê bendê de bihêlin. 400 caran avahiyên me rastî êrîşê hatin. Berê çeteyên xwe da her tiştên bi navê Kurd. Xwestin bêjin 'HDP ji vê berpirsyar e', 'Em ji HDP'ê tolê hiltînin'. Ev hemû ji aliyê vê desthilatdariyê ve hat meşandin. Çiqasî ji wan tê bila bikin, lê em ê êşa vî welatî ji hev cuda nekin. Em ê êşa dê û bavên leşker, polîs û gerîla ji hev cuda nekin. Di van mirinan de berpirsyariya me nîne. Ji bo mirov nemirin em bi şev û roj dibêjin aştî û dixebitin. Lîstikên qesrê bi ser neketin, êdî milet baş dizane ew çi ne. Baş tê zanîn ku vana di oxira kursiyên xwe de dikarin çi bikin. Li hemberî vê desthilatdariya ku ji bo berjewendiyên xwe dîn û har bûye, yekane alternatîf em in."
'WÊ POŞMAN BIBIN KU HILBIJARTIN DUBARE KIRINE'
Demîrtaş bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê û got, "Li Stenbolê malên hucre yên DAIŞ'ê hene. Ji Ewropayê tên, li van deran perwerdeyê dibînin û diçin. Baş e polîs diavêje ser ku derê? Diavêje ser HDP'ê. HDP'yiyan dikin binçavan. Dema ev tê kirin, li ser desthilatdariya siyasî kî heye? Ji ber vê yekê em dibêjin, ev komkujî ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye kirin. Mîna ku ewçend êrîş û hewldan têra wan nake, radibin berê DAIŞ'ê jî didin me. Hemû çekên ji El Nûsra re hatin şandin, çûn ji DAIŞ'ê re. Fermandarên wan ev perwerde kirin. Ditirsin ku ev yek derkeve holê. Lê belê cîhan ji Sûltan Silêman re nema. Di 7'ê Hezîranê de têkçûyîna wan destpê kir. Li hemberî ewçend zor û zextan, me bi ser nexist? Soz; ji ber ku te 7'ê Hezîranê qebûl nekir em ê te di 1'ê Mijdarê de poşman bikin. Tuyê bêjî 'xwezî min qebûl bikira, xwazî min careke din hilbijartin pêk neaniya."