Demîrtaş: Divê her kes li dor Ocalan xwe bike xelek
Demîrtaş: Niha meseleya krîtîk Imralî ye. Heya ku agahiyek jê were wergirtin her Kurdê xwedan rûmet wê li qadan be. Bi rastî jî em agahiyek jê nasitînin, rewş krîtîk e.
Demîrtaş: Niha meseleya krîtîk Imralî ye. Heya ku agahiyek jê were wergirtin her Kurdê xwedan rûmet wê li qadan be. Bi rastî jî em agahiyek jê nasitînin, rewş krîtîk e.
Hevserokê HDP’ê Demîrtaş îro tevlî Festîvala 24. a Çanda Kurd a Navnetewî bû ku bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî, li Kolnê pêk hatibû. Demîrtaş li festîvalê axivî û bal kişande ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’rewş krîtîk e’’; ‘’Vê gavê meseleya krîtîk Imralî ye. Heya ku agahiyek jê were wergirtin her Kurdê xwedan rûmet wê li qadan be. Bi rastî jî em agahiyek jê nasitînin. Ev ne taktîk e , bi rastî jî em agahiyê jê nastînin, rewş krîtîk e. Ji bo vê jî di serî de gelê me yê Ewropa heya ku ji Rêber Apo agahiyek were standin divê li ser piyan be.’’
‘LI DIJÎ DAIŞÊ DIVÊ PIŞTEVANÎ LI KURDAN WERE KIRIN’
Hevserokê HDP’ê Demîrtaş diyar kir, li Rojhilata Navîn dîrok ji nû ve tê nivîsîn û wiha pê de çû: ‘’Di demeke wiha ku dîrok li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyê ji nû ve tê nivîsîn, divê ew bobeleta 100 sala bihurî careke dî bi ser me de neyê. Careke dî divê li welatê me, li ser xaka me koletiyê li ser me ferz nekin, hemû gelê me yê ku li her devera dinyayê li ber xwe dide ji me re wiha dibêje: Heke wê dîrokek were nivîsîn, bêyî ku vî gelî nebînin, hesêb bikin, bila kesek dîrokê nenivîsîne. Vê carê dîrok wê ji hêla me ve yê ku li ber xwe didin were nivîsîn. Beriya bi 100 salî yê ku pêşî li welatê me em tine hesibandin, yên li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê ava kirin, di dema nivîsandina dîrokê de divê di ser me re neqevizin. Em êdî ne neçar û bêhêvî ne. Hemû dewlet dema ku polîtîkaya xwe çêdikin divê vê bibînin. Elmanya jî vê rastiyê bibîne wê baş bibe. Ên ku Kurdan ji nedîtî ve têne, neçar in ku têk biçin.’’
‘GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ NE TAKTÎK E’
Demîrtaş bal kişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ‘’Li dijî wê hişmendiyê ku dixwazin Kurdan tune bikin, di bin zextê de bihêlin, em ê demokrasî û azadiyê biparêzin. Erdogan dibêje, çareserî nîn e, em ê israr bikin. Em ji çekê hez nakin. Lê sebra kitikê jî heye, ku hûn êrîşê bi ser de bînin wê xwe biparêze. Em ê jî li dijî êrîşkaran xwe biparêzin. Niha meseleya krîtîk Imralî ye. Heya ku agahî jê neyê standin her Kurdê xwedan rûmet wê li qadan be. Ev ne taktîk e. Bi rastî jî em agahiyê nastînin, rewş krîtîk e. Ji bo vê jî di serî de gelê me yê ku li Ewropa dijî, heya ku ji Rêber Apo agahî were standin divê li ser piyan be. Em bêrûmetkirineke wiha qebûl nakin. Em dizanin ku 15’ê Tîrmehê helîkoptêreke darbekaran xwe li Imraliyê danî. Em dizanin ku bi balafirxistokan êrîş bûye û helîkoptêrê jî gule reşandine. Ev 50 roj in em agahiyê nastînin. Destûrê nadin ji bo ku agahî jê were standin hevdîtin pêk were. Heya ku ji Birêz Ocalan agahî were standin wê li Amedê grêva birçîbûnê pêk were. Tenê daxwazeke heye, divê parêzer û malbat biçin. Ku agahî were standin wê grêv bi dawî bibe. Lê wekî dî fikarên me wê zêdetir bibin. Li derdora 50 kesî em bi milyonan em ê kom bibin. Em wiha bi bêrûmetî najîn. Heneke vî karî nîn e. Ji bo me meseleya man û nemanê ye. Her kes di nav çarçoweya demokratîk de berxwedana herî mezin nîşan bide. Ocalan ne yek kes e. Îmzaya me ye ku deh milyon kesî weke îmzaya xwe dayê. Hêviya çareseriyê ya welêt e. Divê zêdetir hesasiyeta gelê Kurd tev nedin. Li hemberî vê rewşa bê sinc divê em têbikoşin.’’