Demîrtaş: Dibe ku di hilbijartinan de şikestineke dîrokî bibe

Selahattîn Demîrtaş got, di hilbijartinan de dibe ku şikestineke dîrokî bibe û ev ê di berjewendiya bindestan de be. Demîrtaş bal kişande ser peywira muxalefetê.

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê yê rehîn Selahattîn Demîrtaş di nivîsa xwe de, ku îro di rojnameya Cumhuriyetê de weşiyayî got, ji her demê bêhtir derfet hene ku nirxên demokratîk ên çepgiriyê werin geşkirin û wan bibin ser desthilatdariyê.

Demîrtaş bal kişande ser giringiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê û got, "Beriya her tiştî ev hilbijartin wê şikestinên wiha bi xwe re bîne ku bandorê li dehan salên pêşiya me bike". Demîrtaş bi domdarî got, "An rejîma otorîter a yek zilamî ya ku bi hişmendiya AKP'ê berbiçav bûyî serfiraziya xwe teqez bike an jî lêgerîn û têkoşîna demokrasiya ya ku ji dîroka Komarê ve heye wê geştir bibe û bidome."

Demîrtaş diyar kir ku desthilatdarî û muxalefet li ber hilbijêran wê du tiştan deynin: "An  demokrasiya temam an jî dîktatoriya temam"’ û bal kişande ser wê ku muxalefet bi gotinî her çendî hay ji vê hebe jî mirov bi rehetî nikare bibêje ku "bloka muxalefetê bi asta çalakî û pratîkê demokrasiya temam pêk tîne."

Demîrtaş di nivîsa xwe de bi berdewamî got, HDP namzetên xwe yên serokkomariyê bi civînên gel ên berfireh diyar kirine û bal kişande ser girîngiya vê. Demîrtaş her wiha got, muxalefeta sereke namzetên xwe li gorî çi, kengî, bi kîjan rêbaz û rêgezan diyar kirine ne diyar e û û wiha dewam kir: "Ên ku bi şiara demokrasiyê bi rê ketin hê di qonaxa diyarkirina namzetan de jî rê li ber gel venekin ev ê bike ku baweriya bi wan bibe problem."

'DIVÊ RÊ LI BER ÇEPGIRAN Û KURDAN WERE VEKIRIN'

Demîrtaş wekî din bal kişande ser hevdîtinên bi Abdullah Gul û Meral Akşener re û got, "Kesên ku bi van kesan re sibeh û êvaran hevdîtinan dikin, carekê jî bi bîra wan nayê ku bi namzetên hêzên demokrasiyê re rûnin." Selahattîn Demîrtaş got, çima guh nadin Tevgera Hezîranê an jî ODP’ê, TKP’ê sendika û rêxistinên civaka sivîl û diyar kir, "Her wiha partiyên Kurd û tevgerên Kurdan, rêxistinên baweriyê bi temamî dive di vê pêvajoyê de bi rengekî aktîf bin û ji bo vê jî divê rê li ber vê yeke were vekirin."
 
'HDP WÊ BI ROLA PÊŞENG RABE'

Demîrtaş bi domdarî got, "Pratîka wan aliyên ku di hilbijartinan de hedefa wan demokrasiya temam e, dive bi şêwazeke wiha bin ku wateyê li vê armancê bar bikin. Wiha xuya dike ku di vê mijarê de HDP û pêkhateyên wê, hemû hêzên demokrasiye yên ku bi HDP’ê re ne wê bir ola pêşeng rabin. Hêzên şoreşger jî din av de hemû avaniyên rêxistinî dive bi pozîsyoneke wiha ya pêşeng rabin ku gel bidin ber xwe."

'DIVÊ KAPMANYAYEKE GEL A BI DISÎPLÎN WERE KIRIN'

Demîrtaş di nivîsa xwe bal kişande ser newekheviya derfetan a di navbeyna AKP’ê û partiyên dî de û got "bloka faşîst a desthilatdariyê her cure derfetên dewletê bi kar tîne, ji rewşa zextê ya Rewşa Awarte sûd werdigire, bi rengê ‘kampanyaya reklam’an a pir mezin, bi desteka bombardımana medyayê xwe hazir dike,  muxalefet jî dive bi gel re, bi hêzên pêşverû, meclis, platforman û bi hemû avaniyên rêxistinî re kampanyayeke gel a bi koordine û bi disîplîn bi rê ve bibe."

'DIBE KU ŞIKESTINA DÎROKÎ DI BERJEWENDIYA ÇEWISANDIYAN DE BE'

Demîrtaş herî dawî got, "Ji her demê bêhtir derfet hene ku li dijî faşîzma rastgir nirxên demokrasiye werin geşkirin û van bînin ser desthilatdariyê. Heke hemû hêzên pêşverû, şoreşger, welatparêz, qedro, ciwan, jin hemû enerjî û dema xwe bidin têkoşînê û bi helwesteke pêşeng rabin, şikestina dîrokî wê di berjewendiya çewisandiyan de be."