Demîrtaş: DAIŞ, çi ji dest tê ji bo AKP'ê dike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku di operasyonên dawî yên li der barê DAIŞ'ê de kesekî bi tenê jî nehatiye girtin û got, "DAIŞ li vî welatî dikare bi hêsanî bixebite. Di vî warî de astengî nîne, ji aliyê desthilatdariyê ve tê parastin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku di operasyonên dawî yên li der barê DAIŞ'ê de kesekî bi tenê jî nehatiye girtin û got, "DAIŞ li vî welatî dikare bi hêsanî bixebite. Di vî warî de astengî nîne, ji aliyê desthilatdariyê ve tê parastin. Mejî û nêrînên AKP û DAIŞ'ê nêzî hev in. DAIŞ, ji bo ku AKP li ser desthilatdariyê bimîne, çi ji dest tê dike. Kengî AKP ji Tirkiyeyê çû, hingî wê çavkaniya xwarinê, çavkaniya çekan winda bike. Ji ber vê yekê DAIŞ herî zêde êrîşî me dike. Ji ber ku yê li dijî DAIŞ'ê û AKP'ê têdikoş e, em in."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di kombûna aştî ya li Salona Dawetê ya Labella Okmeydani de, rewşa dawî ya siyasî nirxand. Di civînê de parlamenterên HDP'ê Celal Dogan û Sezaî Temel jî amade bûn.

Beriya kombûnê, li salonê tedbîrên ewlekariyê di asta herî bilind de jia liyê endamên HDP'ê ve hatin girtin.

Demîrtaş da xuyakirin ku 1'ê Mijdarê ji bo xilasiya ji Qesrê firsendek e û got, "Ji bilî HDP'ê, gelo kîjan bijartek dikare pêşî li Tirkiyeyê veke?"

Demîrtaş got, "Ribek ji bûyerên bi serê me de hatin bi serê MHP û AKP'ê hatibûya, heta niha 50 caran şerê navxweyî derxistibûn. Lê me timî di aştî û jiyana bi hev re de israr kirin. Hînê jî em di aştî û jiyana bi hev re de biryardar in. Divê em vê mezin bikin, ji ber ku ya pêşî li Tirkiyeyê veke, ev xet e."

'DI DESTPÊKÊ DE WÊ ŞER BISEKINE'

Demîrtaş da zanîn, ku ji bo bêkarî biqede divê beriya her tiştî şer bi dawî bibe û got, "Pereyê ji bo tank, bombe, balafiran tên xerckirin wê ji gundî, karker, esnaf û ciwanan re bê dayîn. Em ê sîstema yek şexsî deynin aliyekî û rêveberiya xwecihî, xweseriyê li her derê belav bikin bi vî rengî reforma dewletê bikin. Li welatekî ji aliyê şexsekî ve were birêvebirin faşîzm, li welatekî ku her kes xwe bi xwe bi rê ve dibe jî aramî heye."

Demîrtaş da xuyakirin ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de tekane partiya xwedî bernameyeke çareseriyê ye HDP ye û got, "Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de tekane partiya ku dikare pêşî li bêçekbûyîna PKK'ê veke, em in. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî ji bo aştiyê, ti partiyeke din xwedî plan û bernameyekê nîne. Eger HDP di 1'ê Mijdarê de hîn bi xurtî li Parlamentê be, wê hêviya aştiyê mezintir bibe."

'ZAROK JI ERDOGAN DITIRSIN'

Demîrtaş ragihand, ku gengaziya xurtbûna AKP'ê gefê li gel dixwe û got, "Zarok ditirsin. Rewşeke bi vî rengî ya derûnî heye. Tirsê dide welêt. Meqama Serokkomariyê, ji navenda propagandayê ya partiyekê jî wêdetir êdî bûye navenda şerê psîkolojîk"

Demîrtaş anî ziman ku qesr jî têrî Erdogan nake û destnîşan kir, ku dem hatiye welat ji pozbilindan, ji qureyan rizgar bibe.

Der barê gefa Davûtoglû ya digot, "Eger AKP ji desthilatdariyê bikeve, wê torosên spî li van deran bigerin" de, Demîrtaş ev bersiv da: "Xuyaye torosên spî li xerajan tên sekinandin. Ji holê ranekirine. Xuyaye JÎTEM, kontrgerîla, gladyo li cihê lê ne, disekinin. Zelal e gotinên em dibêjin ne iftira ne. Mirovên Wanê wê te têxe bagaja wê torosa spî û te bişîne Enqereyê. Ji bo mirov bi mirinê gefê li gelekî bixwe, divê wî mirovî wijdanê xwe winda kiribe."

Demîrtaş operasyonên dawî yên der barê DAIŞ'ê de bibîr xist û got, "Kesekî bi tenê nehatiye girtin. DAIŞ li vî welatî dikare bi hêsanî bixebite. Di vî warî de astengî nîne, ji aliyê desthilatdariyê ve tê parastin. Mejî û nêrînên AKP û DAIŞ'ê nêzî hev in. DAIŞ, ji bo ku AKP li ser desthilatdariyê bimîne, çi ji dest tê dike. Kengî AKP ji Tirkiyeyê çû, hingî wê çavkaniya xwarinê, çavkaniya çekan winda bike. Ji ber vê yekê DAIŞ herî zêde êrîşî me dike. Ji ber ku yê li dijî DAIŞ'ê û AKP'ê têdikoş e, em in."

Demîrtaş gotina Serokwezîr a piştî komkujiya li Enqereyê got, "Me anket dan çêkirin, dengên me zêde dibin" bibîr xist û got, "Ev daxuyanî mukurhatineke ku nîşan dide bê êrîşa li Enqereyê bi kêrî kê hatiye. DAIŞ ji vana re dixebite. Eger AKP li Tirkiyeyê ji desthilatdariyê bikeve, li Rojava çi hat serê wan, wê li Tirkiyeyê jî heman tişt bê serê wan."

Demîrtaş destnîşan kir ku HDP êdî tevgereke gel a mayînde ye û got, "Bila HDP mezin bibe û bêhn bê ber gel. Welatekî HDP lê tinebe, wê welatekî tarî be."