Demîrtaş: Bihêlin ku parêzer biçin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Hevseroka Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da gotinên Wezîrê Edaletê yê Tirk. Demîrtaş got, "Eger ku tê îstismarkirin rê nede îstismarê. Bihêlin ku parêzer li Îmraliyê hevdîtinê bikin."

Hevseroka Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku bersiva daxuyaniya Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag a têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana da wiha anî ziman: “Bozdag, têkildarî rewşa Ocalan dibêje; ‘Tê îstismarkirin’. Eger ku tê îsismarkirin wê demê rê nede îstismarê. Rê bidin parêzeran biçin Îmaraliyê hevdîtinê pêk bînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ji hêla Yekitiya Hêzê ve hatibû lidarxistin bû, di dema veqetê de ji çapemeniyê re axivî. Li ser pirsên der barê axaftinên Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ên der barê mijarên wekî 'Aborî' û 'paketên razemeniyê' de, Demîrtaş got "Pirsgirêka Kurd ji mijarên wekî aborî, civakî, çandî û hwd. pêk tê. Mesele tenê wekî 'Pirsgirêka terorê' û 'aborî' girtina dest, wê aliyên din bên pişt guh kirin. Gotina 'Çareserî tune' jî wê bi xwe re hêz zêdetir xwîn û şer bîne. Em wekî HDP vê yekê qebûl nakin. Pirsgirêk ne aborî ye, heta niha gelek hikûmetan li Amedê paket vegotin. Lê yek jî nebû çareserî."

'WÊ DEMÊ PARÊZERAN BIŞÎNIN'

Demîrtaş der barê axaftinên Bekîr Bozdag ên der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ên wekî 'Her dem raya giştî xelet agahdar dikin' de jî axivî û ev tişt got: "Hevdîtineke dem kurt a bi Ocalan re zerara xwe bi kêre heye? Beyî ku dem bê derbas kirin divê parêzer û malbat biçin îmraliyê û agahiyekî bigirin. Bozdag der barê Ocalan de axaftinên wekî 'Rewşê îstisram dikin' bi kar tîne. Tu dibê îstismar wê demê destûr nede îsismarê. Parêzeran bişînin bila hevdîtinê pêk bînin."

HETA KU ENQERE JI FOBIYA KURD A SED SALÎ RIZGAR NEBE ARAMÎ PÊK NAYÊ!

Demîrtaş der barê dagirkeriya TSK'ê ya Cerablûsê de jî ev tişt anî ziman: "Heta hikûmeta AKP'ê li dijî DAIŞ'iyên li derveyî welat operasyonê li dardixe, bila destpêkê ji bo baweriya şerê li didî DAIŞ'ê operasyona navxweyî pêk bîne. Kesên îmzeyên xwe avêtin binê danezana aştiyê û piştre hatin girtin, ji DAIŞ'ê zêdetir in. Li bajarên wekî Edene û Dîlokê bi dehan malên DAIŞ'ê hene. Dîsa dagirkeriya Cerablûsê li dijî gelê Kurd e. Ji dewletên wekî Îsraîlê û yên din lêborînê dixwaze û navbera xwe xweş dike. Dema dor tê Kurdan dibe dijmin. Dostê gelê Tirk Kurd in. Ji Kurdên Iraq û Sûriyeyê heta niha gefeke li dijî Tirkiyeyê çê bûye? Nebûye. Gelê Kurd wekî dijmin dîtin, heneka li gelê Tirk hatiye kirin e. Divê dîrok êdî bi gelê Kurd re hevrû bibe."