Demîrtaş bi kedkarên çapemeniya azad re civiya

Hevserokê Gişti yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş, bi kedkarên JINHA, DÎHA û Azadiya Welat ê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de hatin giritin re civiya, banga piştgiriyê kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş,bi kedkarên çapemeniya azad a ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de hatin girin re civiya. Hevdîtina ku li Enqerê pêk hat ji ber ku duh buroya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê hate girtin, hevdîtin li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hat.

Di hevdîtinê de li gel kedkarên DÎHA’yê, kedkarên JINHA û Rojnameya Azadiya Welat ên Enqereyê jî cih girtin.

Di hevdîtinê de zext û êrîşên li ser çapemeniya azad ên pişt perdeyê hatin nirxandin, di vê demê de wê rola çapemeniyê çibe hate gotûbêjkirin.

Demîrtaş diyar kir ku di vê demê de weke partî wê hemû derfetên bidin kedkarên çapemeniyê ji bo ku erka xwe pêk bînin. Dedkarên çapemeniya azad jî bal kişand ser êrîşên li dijî wan û diyar kirin ku bi piştgiriyekî xurt dikarin van êrîşan bişkînin.

 

...