Demîrtaş: AKP kêm dike, nema dikare welêt bi rê ve bibe

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş got, dengên AKP'ê kêm dibe û nema dikare welêt bi rê ve bibe. Demîrtaş diyar kir ku ew dîlekî siyasî ye û got, girtîgeh bi HDP'yiyan tije bûne.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên rojnameya L'Humanité Dimanche ya li Fransayê tê weşandin.

Li ser dema lidarketina hilbijartina pêşwext Demîrtaş got, "Min digot, hilbijartin dibe ku meha Cotmehê bê kirin. Lê biryar dan ku zûtir bikin. Ji ber ku desthilatdariya AKP'ê nema dikare welêt bi rê ve bibe, biryareke wiha da. Daneyên aboriyê işaretê bi krîzeke giran dikin. Bêkarî, enflasyon, dowîz û valahiya carî derketine asta herî bilind. Di polîtîkaya derve de tengav bûye û li hundir pirgirêkên giran ên civakî-siyasî hene. Ji ber van hemûyan, AKP timî kêm dike. Bêyî ku ev rewş dawî li AKP'ê bîne, biryar hate dayin ku bi hilbijartineke pêşwext re rewşê komî ser hev bikin û ji nû ve li ser desthilatdariyê bimînin."

'NÊZÎ 5 HEZAR HDP'YÎ BÊGUNEH LI ZINDANÊ NE'

Demîrtaş destnîşan kir ku di nava şert û mercên newekhev û neheq de ew tevlî hilbijartinê dibin û weke dîlekî siyasî girtî ye. Demîrtaş diyar kir ku ji ber axaftinên xwe û daxuyaniyên çapemeniyê tê sûcdarkirin û got, "Ji xwe tevî min 9 parlamenterên me, hevşaredarên me û nêzî 5 hezar HDP'yî bêguneh û bi neheqî girtî ne."

ARMANC

Demîrtaş işaret bi xalên bingehîn ên bernameya xwe ya hilbijartinê kir û got, "Di sernavên bingehîn ê weke aborî, edalet, demokrasî, wekhevî û aştiyê de em sozên xwe bi raya giştî re parve dikin. Karê me yê destpêkê wê amadekirina destûra bingehîn a nû be. Em ê destekê bidin pêvajoya amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk ku mafên bingehîn ên hemû beşên civakê û welatiyan ewle dike; azadî, wekhevî, serxwebûna dadgeriyê, azadiya jinê, mafên hawirdorê û heyvanan, hemû qadên azadiyê garantî dike. Em ê rêveberiya parlamenteriyê demokratîk bikin û rêveberiyên herêmî xurt bikin. Li ser bingeha bernameyeke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê, em ê derfetên kar zêde bikin. Hem li hundir, hem jî li derve em ê polîtîkayeke aştiyê teqez bi rê ve bibin. Em ê pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin. Em ê danûstandin û pêvajoya endametiya tam a Yekîtiya Ewropayê xurt bikin û Tirkiyeyê bikin endamê wekhev ê Yekîtiya Ewropayê."

MESAJA JI BO EWROPAYÊ

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ev mesaj ji gelên Ewropayê, ji siyasetmedarên Ewropayî re şand:

"Gelek hikumetên li Ewropayê di mijara mafên mirovan de bi polîtîkayeke ne ji dil tevdigerin. Di serî de mijara penaber û koçberan, tenê bi çavê ewlekarî û aboriyê li dramên ku li welatên wan diqewime, nêz dibin. Heman nejidiliyê di mijara Tirkiyeyê de jî nîşan didin. Gelek caran li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên li vê derê bêdeng dimînin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi xwe jî dosya me ya li ser girtina bi neheqî sal û nîvekê nexist rojeva xwe. Ez pê bawerim ku wê gelên Ewropayê û mûxalefet di van mijaran de hê bi baldarî tevbigerin û dengê xwe li hikumetên xwe bilind bikin."