Demîrtaş: 24’ê Hezîranê em ê li ser dawiya kambax a dîktatoriyê baxivin

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê  Selahattîn Demîrtaş got, tekane altarnetîf ew in û bang li wan kesan kir ku encama 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê derxistin bi peywira xwe rabin û bi hîseke berpirs bixebitin.

Namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re têkildarî pêvajoya hilbijartinê axivî. Demîrtaş got, ‘’CHP tu carî nebû hêvî û alternatîfeke rast. Hêvîdarim qet nebe di tûra duyemîn de ji bo destekkirina me xwe dûr nexin.” 

Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Selahattin Demritaş li Girtîgeha Edîrneyê bi rêya parêzeran pirsên MA’yê bersivand.

‘CHP TI CARAN NEBÛYE ALTERNATÎF’

Demîrtaş li ser nêzîkatiya CHP’ê got, ‘’CHP tu carî nebûye hêvî û alternatîfeke rasteqîn. Mesafeya wê ya li HDP’ê û hêzên demokrasiyê bêsiyasetbûn û korbûnek e. Hîn jî çareye di xeta ratgiriya populîst de dibînin û ev yek jî nîşaneya herî berbiçav e, ku pisûleya wan hêla rast nabîne. Hêvîdarim herî kêm di tûra duyemîn de ji destekkirina me xwe dûr nexin.

‘ALTERNATÎF EM IN’

Demîrtaş bi berdewamî bal kişande ser HDP’ê û got, ‘’Alternatîf em in, HDP ye. Ne hewceye ku mirov li cihekî din li alternatîfê bigere. Jixwe xeta demokratîk a hemû bindestan bi HDP’ê re ev alternatîf afirandiye. Îro HDP ji berê bêtir derketiye pêş û êdî bûye xeta siyasî ya ku bûye hêviya hemû gelan. ‘’

Demîrtaş li ser serdana Berpirsê Karê Derve yê CHP’ê Ozturk Yilmaz, ku çûbû cem Demîrtaş got, ‘’Heta niha çi serdanên hatine kirin, Navenda Giştî ya HDP’ê hay ji hemûyan heye û hemû jî serdanên nezaket û piştevaniyê bûne. Elbet di vê hevdîtinê de rojevên siyasî jî hatin axaftin. Lê li vir tu carî li ser navê partiyê bi kesî re hevdîtinan çênakim, ev li vir nabe. Di vê mijarê de ya erkdar Navenda Giştî ya HDP’ê ye. Di hemû polîtîkayên partiyê de ji xwe em û Navenda Giştî di nav koordînasyonekê de tevgeriyan. Lê belê serdana parlementerên CHP’î bi temamî ji bo piştevaniyê bûn. Tiştekî xwezayî ye ku bandorên siyasî yên van serdanan hebin. Elbet armanc ne ev bû. ‘’

‘HDP WÊ 20 JI SEDÎ BISTÎNE’

Demîrtaş li ser nêzîkatiya Erdogan a li ser dengên HDP’ê û encamên îhtîmal ên hilbijartinê wiha got:

‘’Divê hûn li ser gotina Erdogan ku di civîna nav partiyê de ji bo HDP’ê gotibû “Di sindoqê de bihêlin” jî bisekinin. Ev fermana Erdogan ne ji bo hilbijêran, ji bo hêzên dewletê ye. Yanî wateya wî ev e; “Nehêlin HDP bixebite, nehêlin ji sindoqan dengên wê derkevin.” HDP tevgereke hêzdar a gel e ku dikare her cure faşîzmê di sindoqan de têk bibe. Ne dûr e, wê di 24’ê Hezîranê de her tişt bê dîtin. Wê HDP potansiyela ku ji sedî 20 derbas bike nîşan bide. ‘’

Demîrtaş her wih got: ‘’Em ê dawiyê li ser têkçûna kambax a dîktatoriyê û serkeftina hêzên demokrasiye biaxivin.’’

Demîrtaş li ser pirsa bê ka rayedarekî AKP’ê serdana wan kiriye yan na wiha got:

‘’Çi yekser û çi jî neyekser bi AKP’iyekî re jî pêwendî çênebûye. Navberekê endamên Komîsyona Jêr a Girtîgehan a TBMM’ê di girtîgehê de serdana Enîs Berberoglû kirin. Min agahî şand ji vê komîsyonê re, min got nebî nebî bila serdana me nekin, em ê hevdîtinê qebûl nekin. Min got eger pir dixwazin bila biçin girtîgehên Tarsûs û Xarpêtê di cih de îdiayên îşkenceyê lêkolîn bikin. Jixwe neçûn wan deran jî. ‘’

 Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş herî dawî bal kişande ser encamên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê û wiha bang kir:

‘’Di serî de ciwan û jin hemû kesên ku bi fedakarî û wêrekiyeke mezin serketina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê derxistin holê, dîsa ji bo xebatê vedixwînim ku careke din bi awayekî berpirsiyar tev bigerin. Dildarên berê jî di nav de bila herkesî qaneh bikin.’’