Dema mijar KESK be giştîname derbasdar nînin

Dema mijar KESK be giştîname derbasdar nînin

Di Giştînameya Serokwezaretiyê de tê destnîşankirin ku li Qanûna Karmendên Dewletê ya bi hejmara 657'an, ji ber karên sendîkayî lêpirsîna dîsîplînê nabe bê kirin, lê dema KESK vî karî dike giştîname bi tenê li ser qaxizê dimîne. Serokê Şaxê Hejmara 3. a Stenbolê ya Tum-Bel-Senê Hasan Guzel, ji ber ku belavoka "KESK'in Sesi" belav kiriye tê xwestin ji karmendiyê bê derxistin. Guzel da xuyakirin ku hewl tê dayîn xebatên KESK'ê bên krîmînalîzekirin û ev cotstandardî ji ANF'ê re nirxand.

EWLEKARIYÊ, BELAVOK JI DESTÊ MIN DERXIST Û ÇIRAND

Guzel da xuyakirin ku ew 24 sal in l Şaredariya Umriyê di kadroya karmendiyê de dixebite û bûyera hat serê wî weha vegot, "Der barê binpêkirina mafê di qanûna bi hejmara 657'an de, beriya çalakiya 4-5'ê Hezîranê ya KESK'ê ya li gelemperiya welêt rawestandina kar, bi armanca agahdarkirinê min belavokên bi sernavê KESK'in Sesî li Şaredariya lê dixebitim belav kir. Destpêkê ewlekariya taybet a Şaredariyê xwe nêzî min kir û hewl da min asteng bike. Min jî mafên xwe yên sendîkayî bibîr xist û belavok belav kir. Vê carê jî belavok bi zorê ji destê min derxist û çirand."

KESK'IN SESI ARAMIYÊ XERA DIKE...

Piştî vê bûyerê ez pê hesiyam ku Muduriyeta Saziya Teftîşê bi erêkirina Şaredariyê Umraniyê Hasan Can, li gorî bendên a û b yên xala 135 a Qanûna Karmendên Dewletê ya bi hejmara 657'an, ji bo min ji karmendiya dewletê derxîne lêpirsîn daye destpêkirin. Dûre jî, ji ber ku ev yek yekemcar hatiye jiyîn, vê carê bi hinceta "aramî û sîstema xebatê ya saziyan xera kiriye" cezayê şermezarkirinê hat dayîn. Li hemberî vê biryarê min li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Stenbolê doza ji bo rawestandina bicihanîna biryarê vekir. Doz dewam dike."

LI BELAVKIRINA XEYALÎ, LÊPIRSÎN

Guzel da xuyakirin ku ev ceza li dijî giştînameya Serokwezaretiyê ya pêwendîdar û Peymana ÎLO ye û destnîşan kir ku ev bêhuqûqî û cotstandardî ji bo bêdengkirin û tepisandina sendîkaya KESK'ê tê kirin. Guzel diyar kir ku di ser vê yekê de, bi hinceta ku der heqê Berxwedana Parka Gezî de li Şaredariyê belavok belav kiriye, ku wî qet tiştekî wiha nekiriye, lêpirsîneke duyemîn hatiye vekirin. Guzel got, "Sendîkayên alîgirên hikûmetê bi hêsanî xebatên xwe yên sendîkayî dimeşînin û belavokên xwe belav dikin. Ev karê wan ji aliyê rêveberiya Şaredariyê ve jî piştgiriyê dibîne. Lê belê gava em dibin mijara gotinê, sirgun, gef, zext û hepskirin derdikevin pêş. Divê ev baş were zanîn ku ev hewldanên tepisandinê dê têkoşîna me ya sendîkayî asteng nekin. Zext nikarin pêşî li me bigirin."