Dema Meşa Dirêj a li Elmanyayê diyar bû
'Meşa Dirêj' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her sal ji aliyê ciwanan ve tê lidarxistin, dema wê diyar bû.
'Meşa Dirêj' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her sal ji aliyê ciwanan ve tê lidarxistin, dema wê diyar bû.
Çalakiya 'Meşa Dirêj' a îsal wê di navbera 9-14'ê Sibatê de ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê heta bajarê Freiburgê bê lidarxistin. Çalakî wê 15'ê Sibatê bi Meşa Mezin a li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike.
Ji bo meşa ku wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin bang hate kirin. Di bangawaziyê de ji ciwanan hate xwwestin ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' beşdarî meşê bibin. Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî meşê bibin.
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ JÎ WÊ BÊ NÎQAŞKIRIN
Di roja destpêkê ya meşê de ku wê ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê bike û heta bajarê Freiburgê dewam bike, wê Komploya Navneteweyî bê nirxandin. Komîteya Amadekar têklidarî çalakiyê daxuyaniyek da û got, "Em KOmploya Navneteweyî şermezar dikin ku li hemberî Rêber Apo hate kirin. Li hemberî vê komployê ku ji aliyê hêzên Gladio ve hate kirin em ê bibin yek û dîwarên sîstema qirker û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Li dijî faşîzm û mêtingeriyê em ê bi dirûşma 'Kes nikare roja me tarî bike' em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin."
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYÊ
* Cihê kombûnê: Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn, Almanya
* Dema kombûnê: 10:00
* Agahiyên li ser pêwendîdanînê:
E-mail: [email protected]
Instagram: @mesa.direj2025
Telegram: @mesadirej2025