Namzeta hilbijartina xwecihî ya DEM Partiyê Rojbîn Kartal hate girtin
Rojbîn Kartal a ku di hilbijartina xwecihî ya DEM Partiyê ya sala 2024’an weke namezeta hevşaredariya Panosê cihê xwe girtibû, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin.
Rojbîn Kartal a ku di hilbijartina xwecihî ya DEM Partiyê ya sala 2024’an weke namezeta hevşaredariya Panosê cihê xwe girtibû, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin.
Rojbîn Kartal Manzak a ku di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2024’an de weke namezeta Hevşaredariya Panosê ya DEM Partiyê cihê xwe girtibû, çar roj berê hatibû binçavkirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê ya li Wanê Rojbîn Kartal Manzak, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin.
Dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtinê da. Rojbîn Kartal Manzak şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.