'Dema Kobanê azad bibe em ê bi 200 erbaneyan ve vegerin'
'Dema Kobanê azad bibe em ê bi 200 erbaneyan ve vegerin'
'Dema Kobanê azad bibe em ê bi 200 erbaneyan ve vegerin'
Zarokên ji Kobanê hatine Pirsûsê û di konbajaran de dimînin, li van wargehan perwerdeya çand û hunerê dibînin. Li konbajarê Arîn Mîrxan, konekî bi navê Konê Çand û Hunerê yê Delîla hatie veda. Xebatkarê Konê Çanda û Hunerê yê Delîla Mehmet Karakiş diyar kir ku pêdiviyên wan bi amûrên muzîk ê heye û destnîşan kir, ku dema Kobanê azad bibe ew ê bi 200 endamên xwe re bi erbanê derbasî Kobanê bibin û serketinê pîroz bikin.
Zarokên ji Kobanê hatine Pirsûsê û di konbajaran de dimînin, li van wargehan perwerdeya çand û hunerê dibînin. Li konbajarê Arîn Mîrxan, konekî bi navê Konê Çand û Hunerê yê Delîla hatie veda û di binê vî konî de perwerdeya erbanê, govend, koroya zarokan, drama û şano tê dayîn. Xebatkarê Konê Çanda û Hunerê yê Delîla Mehmet Karakiş diyar kir ku bi hezaran zarok ji welatê xwe koçber bûne û bal kişand ser pêwîstiyên wan. Karakiş destnîşan kir ku 200 Şagirtên wan hene û bi awayekî coş û balkêş perwerdeyê dibînin.
'EM DIBÊJIN DIL YEK BE, AX JÎ YEK E, AX YEK BE SÎNOR JÎ BÊ WATE YE'
Karakiş da zanîn ku Pirsûs û Kobanê yek e û ji bo zarokên Kobanê çand û hûnera xwe ji bîr nekin çi ji destên wan bê ew ê bikin. Karakiş diyar kir ku dema şer qediya wê ev zarok li welatê xwe bi çanda xwe bijîn û got, "Dema welatiyên Kobanê hatin gelek zext û zordestî dîtin. Em gelê Pirsûsê me ti carî wan bi tenê nehişt û her tim em li hev xwedî derketin, derdikevin. Em dibêjin dil yek be, ax jî yek e, ax yek be sînor jî bê wate ye. Me qet navber nexistiye nava Kobanê û Pirsûsê. Pirsûs ji bo me çi be, Kobanê jî ew e. Ji bo zarokên me fêrî çanda xwe, hunera xwe, zimanê bibe xwe em ê her tiştî bikin."
PÊDIVÎ BI AMÛRÊN MUZÎKÊ HEYE
Karakiş herî dawî jî got ku dema Kobanê azad bibe e wê bi du sed endamên xwe bi erbanê derbasî Kobanê bibin û li wir serketinê pîroz bikin. Karakiş da zanîn ku ji bo perwerdeyê bidin zarokan hinek kêmasiyên wan hene û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku endamên me pir in ji aliyê amûran ve kêmasiyên me hene. Erban, gîtar, tembûr, def, cil û bergên folklorîk divê. Kî çi karibe alîkariyê bide, em li benda alîkariya wan in."