Dema destgîrkirinê ya 8 HDP'yiyan hate dirêjkirin

Li Mêrsînê 8 rêveberên HDP'yî hatibûn destgîrkirin, dema destgîrkirin ya HDP'yiyan hate dirêjkirin.

2'yê Adarê bi fermana Serdozgeriyê ya Komarê ya Mêrsînê HDP'yî hatibûn destgîrkirin.

8 HDP'yî anîn Edliyeya Mêrsînê, biryara ku dema destgîrkirina wan were dirêjkirin hate standin.

Kesên ku hatine destgîrkirin: Hevserokên HDP'ê yê dema bihurî yên bajêr Zelal Onen û Mustafa Işık, hevserokên navçeya Akdenîz û Torasan Munîr Guzel û Cabbar Karabay û endamên partiyê Zozan Îlgen, Rafiye Erkul, Serokê GÎŞ-DER'ê Abdulselam Kutlu û aktivîsta TJA'yê Bêrîtan Onen.