Dema destgîrkirina 11 kesan dirêj kirin

Dema destgîrkirina ji 14 kesên ku 27’ê Sibatê li Amedê hatibûn destgîrkirin, 11 ji bo 24 saetan dirêj kirin.

Di serdegirtina malan a 27’ê Sibatê ya li Amedê pêk hat de, rêxistinên civaka sivîl hatibûn hedefkirin, derî hatibûn şikandin û kelûpel hatibûn belavekirin. Lêgerîna di avahiya MEBYA-DER’ê heft saet domiyabû. Belgeyên avakirina komeleyê, rêzikname, komputer û formên serlêdana malbatan hatibû desteserkirin.

Di serdegirtinên ku navenda wê bajar û navçeya Kocaelî bû, Hevserokên Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER) Yuksel Almas û Şehmûs Karadag, Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, Rêveberê DBP’ê yê navçeya Rezan Tahîr Gul, Hevseroka Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) a Peyîzava Hanim Altindag, rêveberê HDP’ê yê Rezanê Fetûllah Işiktaş, Rêveberê berê yê HDP’ê yê navçeya Sûrê Mûrat Uzgun, Rêveberê HDP’ê yê berê yê bajar Hafiz Işik, bavê Parlemetera HDP’ê yê Amedê Dersim Dag û heman demê rêveberê MEBYA-DER Zekî Dag, rêveberê komeleyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a 71 salî û Meryem Soylû ya 79 salî, endama komeleyê Ayşe Çelîkbîlek û rêveberê berê ya MEYA-DER a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hatî girtin Mûzaffer Ûlaş jî di nav de 14 kes hatin destgîrkirin.

ji van ji bo dema destgîrkirina 11 kesan dirêj bikin, sewqî dozgeriyê kirin. Endamên MEBYA-Der Meryem Soylû, Harûn Aslan û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rezan Fetûllah Işik bê ku li temenê wan ê mezin bê nêrîn, îfadeyên wan didomin. Dema destgîrkirina 11 kesên din jî ji bo 24 saetan hatin dirêjkirin.