Dema dengdanê ya li derveyî Tirkiyeyê eşkere bû
Dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê ne wê ji 7 heta 19'ê Hezîranê dengê xwe bidin. Dengdêr wê li nûnertiyeke Tirkiyeyê ya li derveyî welat karibe dengê xwe bidin.
Dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê ne wê ji 7 heta 19'ê Hezîranê dengê xwe bidin. Dengdêr wê li nûnertiyeke Tirkiyeyê ya li derveyî welat karibe dengê xwe bidin.
Dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê dikarin ji 2 heta 12'ê Gulanê qeyda xwe ji bo dengdanê çêbikin. Ji bo qeydkirinê jî divê hilbijêr bi xwe biçe nûnertiyan. Dengdêrên ku heta 12'ê Gulanê qeyda xwe çênekirine wê nikaribin di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand, dengdêrên li derveyî welat wê her wiha karibin li 34 deriyên gumrukê yên bejahî, hewayî deryayî ji 7'ê Hezîranê û pê ve rojê 24 saetan dengê xwe bidin. Dengdan wê 24'ê Hezîranê roja Yekşemê saet 17:00 biqede.
WÊ LI 60 WELATAN SINDOQ BÊN DANÎN
Hejmara sindoqan û dema dengdanê ya li nûnertiyên li derveyî welat hatin eşkerekirin. Ji bo hilbijartina Serokkomariyê û Serdema 27'an a Parlamenteriyê, hilbijêr wê li 60 welatan li 123 nûnertiyan dengê we bidin.
Li nûnertiyên li derveyî welat, dengdêr wê karibin nava hefteyê û dawiya hefteyê ji saet 09:00 heta 21:00 dengê xwe bidin.
Li Elmanyayê wê li 13 nûnertiyan, li DYA li 7'an, li Fransayê li 6'an, li Rûsya, Çîn û Yewnanîstanê li 4'an, li Awûstralya, Awûstûrya, Azerbaycan, Bûlgarîstan, Swîsre, Îran û Kazakîstanê jî li 3 nûnertiyan wê deng bên dayin.
DEMA DENGDANÊ YA LI HIN WELATAN
Dema dengdanê li hin welatan wiha ye:
"Elmanya, Awûstûrya, Fransa: 7-19'ê Hezîranê (13 roj)
- Danîmarka: 9-19'ê Hezîranê (11 roj)
- Awûstralya: 9-17'ê Hezîranê (9 roj)
- Norwêc: 14-19'ê Hezîranê (6 roj)
- Belçîka, Hollanda, Swîsre: 15-19'ê Hezîranê (5 roj)
- Brîtanya: 16-19'ê Hezîranê (4 roj)
- KKTC, Kanada, Bûlgarîstan: 16-18'ê Hezîranê (3 roj)
- Çîn, Rûsya, Romanya, Erebîstana Siûdî, Yewnanîstan, Lubnan, Îsraîl, Ûkrayna: 16-17'ê Hezîranê (2 roj)
- Azerbaycan, Iraq, Îran, Îrlanda, Spanya, Misir, Malta, Ozbekîstan, Sirbîstan: 17'ê Hezîranê (Rojek)."