Li navçeya Hendek a Sakaryayê di 18’ê Tebaxê de qezaya trafîkê pêk hat û 7 karkerên demsalî jiyana xwe ji dest dan. Bi vê qezaya karkerên demsalî re carek din qezayên trafîkê pirsgirêka karkerên demsalî ket rojevê. Her roja ku diçe pirsgirêkên karkerên demsalî zêde dibe. Ji bo debarên malbatên xwe bikin bi sedan kîlometre karker ji bajarên heremê derdikevin rê û berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyê. Karker li van bajaran hem pirsgirêkên aborî û manevî dijîn û hem jî bi êrîşên nijadperestan re rû bi rû dimînin. Li gel van hemû pirsgirêkan jî karkerên Kurd hem dixebitin û hem jî li dijî êrîşên nijadperest têkoşîn dikin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Sakarya parêzer Muhammet Işik bal kişand ser pirsgirêkên karkerên çandiniyê û got ku polîtîkaya dewletê ya bêîstîkrariyê rê li ber xebitîna erzan jî vedike.
'EWLEHIYA WAN A TENDURSTIYÊ TUNE YE’
Işik destnîşan kir ku karkerên demsalî li tevahiya Tirkiyê heman pirsgirêkan dijîn û got: “Hêj dema karker ji bo karkeriyê derdikevin rê bi talûkeyên mirinê re rû bi rû dimînin. Li Sakarya bi taybetî karker ji bo berhevkirina bindeqan tên. Pirsgirêkên karkeran dema derdikevin rê ne ewle ye. Bi wesayîtên ewle nayên. Dema diçin baxçeyan bindeqan berhev dikin, bi traktoran diçin û bi qezayan re rû bi rû dimînin. Cihê mayîna wan ne başe û di warê tenduristiyê de jî xerab e. Ewlehiya wan a tenduristiyê qet nîne. Bi gelek pirsgirêkên bingehîn re rû bi rû ne.”
‘BI ÊRÎŞÊN NIJADPEREST RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’
Işik da zanîn ku karkerên demsalî mayîna wan a di konan de zehmetiyên mezin dijîn û karkerên Kurd ji ber polîtîkaya hikumetê bi êrîşên nijadperest re jî rû bi rû dimînin. Işik anî ziman ku karkerên demsalî di bin şert û mercên giran de dixebitin û wiha domand: “Bi saetan dixebitin. Serê sibê saet di 07.00’an de dest pê dikin heta 18.30’an dixebitin. Tenê firavînê didin wan. Li gel hemû keda wan a zêde heqdestê ku maf dikin nikarin bistînin.”
‘NEÇARIN KU ZAROKAN BIXEBITÎNIN’
Işik diyar kir ku ji sedî 60 karkerên zarok in û sedema vê yekê jî muçeyê kêm e. Işik got ku ji bo malbat debara xwe bikin û muçeyê kêm distînin neçar in ku zarokên xwe jî bixebitînin.
Işik destnîşan kir ku Şaxa ÎHD’ê ya Sakarya der barê karkerên demsalî de raporek amade kiriye û lê li gel rapora wan amade kiriye û pêşniyarên kirine jî guhertina rewşa heyî zehmet e.
‘JI BER POLÎTÎKAYA DEWLETÊ ZAROK DIXEBITIN’
Işik diyar kir ku li tevahiya Sakaryayê nêzî mehek û nîv karker bindeqan berhev dikin û li bajarên mîna Duzce û Kocaelî bi hezaran karkerên bindeqan dixebitin. Işik di berdewama axaftian xwe de bal kişand ser polîtîkaya eciqandina karkeran û ji ber betalî û bêkarî li Tirkiye zêde ye zarok jî tên xebatindin.
Işik bal kişand ser qezaya trafîkê ya li navçeya Hendekê û xwest ku ji niha pê ve ajokarên bêtir bi tedbîr bên xebitandin û divê kontrola berhevkirina findikan zêdetir bibe.