'Dem hatiye daxwaza Kurdan a ji bo statuyê bê nîqaşkirin'

Li Parlamenta Ewropayê, binpêkirina mafên mirovan a li Kurdistan û Tirkiyeyê hat nirxandin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê li vir axivî û got, divê êdî mafê tevlîbûna li rêveberiyê yê gelekî ji 40 mîlyonî bê nîqaşkirin.

Konferansa ku koma sosyalîst û demokratan jê re malovanî kir, bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan pêk hat.

Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyyup Dorû û endamê koma Sosyalîst-Demokratan Costas Mavrîdes moderatoriya konferansê kirin.

Dorû qala polîtîkayên dewleta Tirk ên dij bi Kurd kir, ku ji dema damezrandina dewletê û vir ve tê dewam dike. Dorû got, "Mejiyê qetlîamker ê dewletê hê neguheriye."

TURKDOGAN: SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIN KIRIN

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan piştre mafê axaftinê girt û bal kişand ser sûcên di dema qedexeya derketina derve de hatin kirin, pêkanînên Rewşa Awarte, binpêkirina mafên mirovan piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Turkdogan diyar kir, piştî ku AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji desthilatdariyê ket û vîneke xurt ji bo aştiyê derket holê, hikûmetê ev yek qebûl nekir û got, "Erdogan destûra bingehîn danî aliyekî û xwe weke serokekî de facto îlan kir."

Turkdogan bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Cizîr û bajarên din di dema qedexeya derketian derve de hatin kirin û got, "Li gorî pîvanên hiqûqê tevnegeriyan. Bi ti awayî lêpirsîneke xurt nehat meşandin (...) ceza nayê birîn."

Turkdogan da xuyakirin, ku sûcekî giran li dijî mirovahiyê hatiye kirin û rexne li hêzên li qada navneteweyî kir ku li ber vê rewşê ranebûn.

Turkdogan got, "Di dema qedexeya derketina derve de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nêzîkatiyeke jê nedihat hêvîkirin, nîşan da. Têkildarî jêrzemînan biryara tedbîrê jî neda. Baweriya min a bi edaletê, qels bû."

Ozturk Turkdogan nerazîbûn nîşanî xemsariya desthilatdariyên li Ewropayê da û wiha dewam kir: "Em li erdnîgariyeke welê dijîn, ku rojane herî kêm 20 kes di şer de tên kuştin. Divê em nîqaş bikin bê bi çi rengî dikarin vî şerî bisekinînin."

Turkdogan bibîr xist, ku li gorî hejmarên fermî 67 hezar xanî bi erdê re bûne yek, 500 hezar Kurd bê mal man e û got, "Beriya 15'ê Tîrmehê çi li Kurdan dihat kirin, heman tişt niha jî dewam dike."

PÊWÎSTE MAFÊ TEVLÎBÛNA LI RÊVEBERIYÊ YÊ KURDAN ÊDÎ BÊ NÎQAŞKIRIN

Turkdogan diyar kir, ku dem hatiye daxwaza statuya gelekî ji 40 mîlyonî were nîqaşkirin û got, "Pêwîste mafê tevlîbûna li rêveberiyê yê Kurdan bê nîqaşkirin. Bi nêzîkatiya ji nedîtî hatinê ve, pirsgirêk çareser nabe."

Turkdogan işaret bi rewşa Ocalan kir û got, "Hikûmet bi rengekî ku gelekî biçûk bixîne, nahêle hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirin."

Turkdogan muzakereyên aştiyê yên li Kolombiyayê di navbera hikûmetê û FARC'ê de tên meşandin weke mînak nîşan da û got, "Divê çareserî were kirin. Ev pêwîstiyeke. Laizm e Yekîtiya Ewropa bi însiyatîfê rabe. Yekîtiya Ewropa di vî warî de cesaretê bide hikûmetê. Bi rengekî din şer nayê astengkirin.

Turkdogan anî ziman, ku Tirkiye êdî rejîmeke otorîter e û got, "Mirov nizanin di rêveberiyên otorîter de çi bê serê mirovan. Hiqûq bi temamî ji hev hatiye xistin."

SARIYILDIZ: EGER HESABÊ SÛCÊN HATINE KIRIN NEYÊ DAYÎN, WÊ ARAMÎ PÊK NEYÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî bal kişand ser hovîtiya li Cizîrê hat kirin, ku wî bi çavên xwe dîtiye. Sariyildiz rewşa heyî ya li Tirkiyeyê şiband dema destpêkê ya Elmanya Nazî.

Sariyildiz got, "Li Cizîrê sûcên mezin li dijî mirovahiyê hatin kirin. Gunehên mezin hatin kirin. Heta ku hesabê van gunehan, van sûcan neyên dayîn, wê aramî pêk neyê."

Sariyildiz da xuyakirin, ku generalên li Kurdistanê sûc kirin û îro girtî ne, beriya çend mehan ji aliyê Erdogan ve hatibûn pîrozkirin û xelat ji wan re hatibûn dayîn.

Sariyildiz got, "Gelê me gelekî bi hêrs e û wê serî li ber vê zilmê netewîne."

...