Delal Amed: Ji aliyê me ve wê şer pêş nekeve
Delal Amed: Ji aliyê me ve wê şer pêş nekeve
Delal Amed: Ji aliyê me ve wê şer pêş nekeve
Endama Navenda Parastina Gel û Fermandara Artêşa Jinê ya YJA-Starê Delal Amed bal kişand ser daxuyaniya KCK’ê û diyar kir ku ji ber ku hikûmeta AKP’ê tu pêngav ne avêt ev pêvajo berbi xitimînê ve diçe.
Endama Navenda Parastina Gel û Fermandara Artêşa Jinê ya YJA-Starê Delal Amed rawestandin meşa azadiyê nirxand û wiha got: “Niha vekêşîna gerîlayan hatiye rawestandin lê belê emê di pozisyona agirbestê de bin. Ji aliyê me ve wê şer û pevçûn pêş nekeve.”
Endama Navenda Parastina Gel û Fermandara Artêşa Jinê ya YJA-Starê Delal Amed nêrînên xwe derbarê sedemên rawestandina vekêşîna gerîla û derbarê encamên wê anî ziman. Amed hişyariya ger ku operasyonên leşkerî pêş bikevin wê rewşa bêşer ji holê rabe kir û diyar kir ku rexmî hikûmeta AKP’ê em di pêşxistina çareseriya demokratîk de israr dikin. Amed destnîşan kir ku wê divê pêvajoyê de pozisyona agirbestê berdewam bike û wiha got: “ Mifteya sereke ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurde. Heke ku vê yekê çareser neke lazime gel îqdîdarê ji desthilatdariyê bixîne.”
Amed têkildarî rawestîna vekişînê tê çi wateyê ev tişt gotin: “ Têgeha ku herî zêde rawestandina gerîlayan radixe li ber çavan, divê ku were dîtin ku pêvajoya vekêşînê yek alî pêk hat. Wek ku em jî dizanin ev pêvajo ji agirbest û bêşerê berê cudatir bûn. Ev yek alî çênebû. Heyeta Tirkiyeyê ku li Îmraliyê li gel Rêber Apo hevdîtina birêve dibe û di encama naveroka van hevdîtinan heyeta BDP’ê jî ku di navbera Qendîl- Îmraliyê diçû û dihat, gihîşt li hevkirineke hevpar.”
HESASIYETA GERÎLAYAN
Amed der heqê di vê pêvajoyê de ji HPG’ê tişta hatibû xwestin çi bûn jî ev tişt anî ziman: “Muhatabê pirsgirêkê ku didestpêkê de embûn tişta ku ket ser milê me, avakirina rewşa bêşerbûnê û hêza xwe kişandina başûrê Kurdistanê bû. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji Newrozê heya niha ji aliyê me ve yek gule jî nehatiye bedan rexmî ku artêşa Tirk amadekariyên şer jî dike me zemîn ne daye rewşa şer, me bi hestiyariyekî pir mezin pozisyona bêşerbûnê parastiye. Raya giştî jî şahidî ji hêzên me kir ku bi çi hesasiyetê xebatên vekêşandinê nîşand daye.”
BERPIRS AKP YE
Hikûmet û çapemeniya alîgir rawestîna vekişînê wekî gefekê dinirxînin. Amed der barê vê yekê de ew tiştên ku di vê pêvajoyê de ketiye ser milê wan kirine û wiha axivî: “ Yek ji aligirên muhatabê çareseriya demokratîk hikûmeta AKP’ê ye. Yê ku hevdîtin û muzakereyan dike ne we bixweye? Hikûmeta AKP’ê ya ku dixwest nekir û ji bo neke jî li berxwedide. Hevdîtinên ku bi AKP’ê re hatiye destpêkirin û pêvajoya muzakereyan hatiye xitimandin. Alîgirê ku bûye sedema xitimandina pêvajoyê ne emin. Hikûmeta AKP’ê ye. Rawestandina meya vekêşîne ne polîtîke nejî taktîke, ne jî şantaj û ne jî tehdîte. Lê belê pêvajoya gehiştiye noqteya krîtîk û hesas.”
LIV Û TEVGERA ŞER
Amed destnîşan kir ku hikûmet ji ber ku li gorî ruhê pêvajoya çareseriyê tevnegeriya û gavên pêwîst neavêt pêvajo hatiye ber xistimandinê û wiha pêde çû: “Wek min di destpêkê dejî got pêvajoyekî ku yek alî pêşde biçe nîne. Ev pêvajoya bi hevdîtinên ku bi Rêber Apo re hatiye destpêkirin pêşketiye û alîgir jî xwedî heman berpirsyariyê ne. Hêzên artêşa Tirk operasyona pêk ne anîn lê belê amadekariyên şer dikin ji bo wê jî dinava liv û tevgerê dene.”
POZISYONA PARASTINÊ
Amed têkildarî daxuyaniya KCK’ê ya rawestîna vekişînê û domandina rewşa agirbestê tê çi wateyê ev tişt got: “ Hevserokatiya me KCK’ê li ser vê esasê daxuyanî daye. Em hêzên vekêşîna gerîlayan ya ji bo başûrê Kurdistanê û Herêma Parastina Medyayê didin rawestandin. Lê belê emê rewşa bêşer û pozisyona agirbestê berdewam bikîn. Hêzên meyên ku mane li Bakur jî wê bimînin û rewşa bêşerbûnê wê bi parêzin.Ger ku li hemberî gerîlayan êrîş pêk neyê wê bêşerbûn berdewam bike. Bi tu awayî hêza me li pêşiya pêvajoyê asteng nîne. Ji bo pêşketina pêvajoya çareseriya demokratîk şer hatibû rawestandin. Di pêvajoya derbazbûyî de ev yek hat kirin û niha jî ev yek têkirin.”
OPERASYONÊN LEŞKERÎ
Amed têkildarî di vê rewşê de oprasyon pêk werin dê gerîla çawa tevbigerin jî ev yek anî ziman: “ Hikûmeta AKP’ê ji bo ku niyeta xwe pratîk bike ger ku bixweze dikare hezar hêncetan nîşan bide. Rewşa meyî heyî ne hêncete ku operasyonên leşkerî li hemberî me pêkbên. Ne ger ku operasyonên leşkerî pêşbikevin wê rewşa bê şerbûnê jî ji holê rabe. Ger ku dîsa dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hêzên xweyên leşkerî bişînin ser gerîlayên me wê sîxûrên wan yên veşartî jî derkevin holê. Divê kes li bendê nebe ku emê li hemberî vê yekê bêdeng bibin.”
DIVÊ JI GERÎLAYAN GAVA YEK ALÎ NEYÊ XWESTIN
Endama Navenda Parastina Gel û Fermandara Artêşa Jinê ya YJA-Starê Delal Amed bal kişand ser ku ew ê ji îro pê de jî gerîla rol û rista xwe bînin cih û wiha axivî: “Pêvajo di kijan alî de pêş bikeve bila pêş bikeve, bi her awayî xwedî hêzekê ye. Ger ku pêvajo berbi xitimînê ve meşiya be û ger ku me vekêşîna gerîlayên xwe rawestandine divê neyê fêmkirin ku em pêvajo astengkiriye. Hikûmeta AKP’ê tişta ku dihat xwestin nekir. Ji niha û şûnde ger ku ji bo pêşdeçûna çareseriya demokratîk bixwaze gav bi avêje li hemberî wê tu asteng tune ne. Di vî warî de hinek derdor tişt ku dikevin ser milê hikûmeta AKP’ê didin aliyekê û dikevin nava helwestek ku tenê gav ji aliyê gerîlayên ve bê avêtin. Ev yek ne raste. Gerîla ne astenge li pêşiya pêvajoyê, gerîla hêza dînamîk ya pêşdebirina pêvajoya çareseriya demokratîke. Divê ku wisan lêbê nêrîn. Divê ku bivê wesileyê xwedî li têkoşînê derbikevin. Em ji hemû derdorên têkoşîna demokrasiyê didin re serkeftinê dixwazin.”