Dehezar kes li Dusseldorf li hember DAIŞ'ê meşiyan
Dehezar kes li Dusseldorf li hember DAIŞ'ê meşiyan
Dehezar kes li Dusseldorf li hember DAIŞ'ê meşiyan
Gelê Kurd ê li tevahiya Ewropa hefteyeke ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li kolanan e, îro li Dusseldorf hatin gel. Ji eyaleta NRW dehhezar kesan lanet li DAIŞ barandin û gelê Kobanê silav kirin.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi hewldana dagirkirina kantona Kobanê, piştgiriya gelê Kurd a bi gelê Kobanê yê bi rojan e li ber xwe dide her roj zêdetir dibe. Kurdên li Elmanya li ser banga KCD-E ku ev hefteyeke di nav çalakiyan de ye îro jî li dehan navendan xwepêşandanên protestoyî li dar xistin.
Li Koln û Stuttgart Kurdistaniyan dest bi çalakiya nobetê ya bêdem kirin, li paytexta Dusseldorf a Eyaleta Bakurê Ren Westfalya dehezar kes meşiyan. Kurd, Elewî, Asûrî-Suryanî, Ermenî Elman û Tirkên li Koln, Bonn, Aachen, Essen, Duîsburg, Dortmun, Bîelefeld jî dijîn beriya çalakiyê li ber îstasyona trênê ya navendî kom bûn.
Di meşa pêşengiya NAV-DEM de rêxistin û saziyên weke TJB-E, PYD MLKP, ATÎK, ATÎF, AABF, BÎR-KAR, ESU, ADHK, Partîzan, Antîfa AGD- TKÎP, Enternasyonal, New Women, Kadlec piştgirî dan meşê.
Di meşa ku ciwan pir bi hêrs bûn dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “DAIŞ ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ ê” û “Bijî Piştgiriya Şoreşgerî” hatin gotin. Di tevahiya meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Kaypakkaya, Ernesto Che Guevara, şervanên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.
‘EM LI HEMBER DAIŞ BIBIM YEK'
Dehezar kesên beşdarî meşê bûn, piştî bi qasî du saetan li navenda Dusseldorf meşiyan li Altstadt mîtîngek li dar xistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê û çalakiya rûniştinê destpê kir di daxuyaniya li ser navê KCD-E de, hovîtiya çeteyên DAIŞ hat vegotin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dijminê mirovatiyê DAIŞ du hefte ne bi hemû çekên giran êrîşî Kobanê dikin. Ev çete di serî de jin û zarok dijminên hemû mirovatiyê ne. Êzidîler,Elewî, Xirîstiyan, Kurd di hedefa wan çeteyan de ne. Îro berxwedana Kurdan a li hember vê hovîtiyê ji bo azadiya van gelan e. Ji ber vê yekê bang li her kesî dikin piştgiriyê bidin Kobanê.”
Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Alî Atalan jî got ku armanca êrîşa DAIŞ a li hember Kobanê êrîşa li hember mirovatî û demokrasiyê ye. Atalan axaftina xwe wiha dewam kir, “Kurd li ser axa xwe dixwazin bi cîranên xwe din av aştî û azadiyê de bijîn. Xwesteka wan ev e. Bi salan ji bo wê têdikoşe. Ya çeteyên DAIŞ êrîş dikin felsefeya jiyana azad e. Îro banga me ya ji tevayî raya giştî ya rojava re ev e ku li hember vê hovîtiyê xwedî derkevin. Em ji bo tevayî mirovatiya pêşverû li dijî DAIŞ bibşn yek.”
Li ser navê ATÎK jî Suleyman Gurcan anî ziman ku pêwîst e her kes xwedî li şoreşa Kobanê derkeve. Li ser navê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî Yadîn Atabey got ku tu eleqeya çeteyên DAIŞ bi Îslamiyetê re nîne û got, “Ew keriyên qatil in. Bi navê Îslamiyetê serê mirovan jê dikin. Ew qatil û sûcdar in.”
Li ser navê Partiya Çep jî Hamdiye Akbayir di axaftina xwe de di serî de Elmanya bang li welatên Ewropa kir da kul i hember komkujiya Ewropa derkevin.
Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.