DBP: Em ê ti carî ji meşa xwe ya aştî û azadiyê venegerin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bal kişand ser zext û zordariya ku rejîma AKP'ê-Erdogan li dijberên şer dike û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê ji meşa xwe ya aştî, azadî û demokrasiyê venegerin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) operasyonên binçavkirinê yên rejîma AKP'ê ku li hemberî dijberên şer dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP'ê diyar kir ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe winda neke zilmê dike û bi vê armancê zexteke giran li dijberên şer dike.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di serî de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rêveberên Yekîtiya Bijişkên Tirk (TTB) ên li ber şerê AKP'ê yê li dijî Efrînê ragihandiye rabûn, hatine binçavkirin û hat gotin, AKP desthilatdariya xwe li hember dijberên şer bi nebaşî bikar tîne. 

DBP'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku AKP dixwaze civaka Tirkiyeyê weke alîgirê şer nîşan bide û ji ber vê yekê dixwaze dengê hêzên demokratîk bibire.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Dema ku mijar jiyana mirovan be, divê were zanîn ku çi dibe bila bibe em ê li ber polîtîkayên şer ên AKP'ê rabin. Em binçavkirin û girtina dostên xwe û nûnerên partiya xwe şermezar dikin û careke din dibêjin: Di nava her şert û mercî de em ê bibin dengê aştiyê, em ê ti carî ji meşa xwe ya azadî, wekhevî û demokrasiyê venegerin."