Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taşkaya pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku piştî hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 820’an de ji bo berpirs bêne cezakirin û aqubeta windayan bipirsin çalakiya xwe ya şemiye berdewam kirin. Keça Huseyin Taşkaya, Serpil Taşkaya bertek nîşani helwesta rayedaran da û got, “Ez 25 sal in li vir im. Hêj ez zarok bûm li vê qadê bûm, niha ez û zarokê xwe li vir in." 
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên hatin destgîrkirin û windakirin bipirsin û berpirs bên darizandin, di hefteya 820’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa corona dîsa çalakiya xwe li ser pergala online li dar xistin. Dayikan vê carê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê eskeran ew destgîr kirin û winda kirin pirsîn. Dayikan xwest aqûbeta Huseyin Taşkaya bê ronîkirin û faîlên Taşkaya bên darizandin û cezakirin. Ewil hevjîna Taşkaya Sultan Taşkaya wiha got, "27 sal berê birayê Sedat Bucak Ahmet Bucak ê cerdevan û eskeran saet di 13:00'ê rojê de bi ser mala birayê min de girtin û hevjînê min li wir binçav kirin. Li pêş çavê her kesî binçav kirin. Em 27 sal in li aqûbeta Huseyin digerin. Me serî li hemû deriyan dan. Dewletê ew bir û niha agahî jê nayê girtin. Niha neviyê me mezin bûn û wê nevî êdî li kalikê xwe bigerin. Faîl diyar û li holê ne. Heta em yek bibînin em ê têkoşîn û doza xwe berdewam bikin. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin." 
  
Keça Huseyîn Taşkaya Serpil Taşkaya jî helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got,"Bavê min dema destgîrkirinê winda kirin. Hêj ez 7 salî bûm min bavê xwe winda kir. Ez zarok bûm li qadê bûm, niha ez û zarokên xwe li qadê ne. Ez niha 34 salî me û 25 salin li vê qadê me. Banga me bi salan bi heman rengî olan daye. Em her dim dibêjin bila winda bên dîtin û faîl bên cezakirin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Heta hemû winda bên dîtin û faîl bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin. Em wekî dayikên Şemiyê qet dest ji qadê bernadin û windayan ji bîr nakin." 
 
Di hefteya 820’an a çalakiyê de neviya Huseyin Taşkaya, Helin Taşkaya jî anî ziman ku dewlet xwedî erk û peyvir e ku der barê windayan de agahî bide malbatan û bi şopa windayan bikeve. Taşkaya destnîşan kir ku dewlet erk û peyvira xwe ya li hemberî welatiyên xwe pêk nîne û der barê windayan de agahiyê nadin malbatan. Malbatan ji bo windayan serlêdan kirin. Lê nirxên hiqûqê binpê dikin û serlêdan bê encam dimînin. Kalikê min 42 salî bû. Bavê 4 zarokan bû. Nave wî Huseyin Taşkaya bû û li Sîweregê dijîya. Di serdema 12'ê Îlonê de 5 salan girtin û piştî hat berdan dest bi karê înşatê kir. Wê demê eşira Bucakan neheqiyên mezin dikirin. Ji ber ku Huseyin Taşkaya ev neheqî qebûl nekir û rexne kir cerdevan û xizmên Bucakan ew kirin hedef û binçav kirin. Kalikê min Huseyin Taşkaya, di 6'ê kanûna 1993'an de li taxa Baglarê ya Sîweregê binçav kirin û ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Piştî Huseyin Taşkaya binçav kirin bi 30 maşîneyên eskerî birin. Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîweregê Seymen Ahmet Şenturk fermandariya karwanê dikir. Ji bo Huseyin Taşkaya  û hemû windayan 121 hefte ye kolan li me hatine qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin."