Dayikên Şemiyê: Ji me re azadiya çapemeniyê divê

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de gotin, "Pêwîstiya me bi azadiya çapemeniyê heye."

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbesta windayan bipirsin û bixwazin kiryar werin darizandin, cara 646'an li Meydana Galatasarayê li hev civiyan. Cîgira Serokê Koma HDP'ê û Parlamentera Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû û gelek parêzvanên mafên mirovan jî tevlî çalakiya vê hefteyê bûn.

Masîde Ocak xwişka yek ji windayan Hasan Ocaka li vir axivî û anî ziman, ku lêgerîna li rastî û edaletê sûc nîne. Masîde Ocak got, "Piştgiriya ji bo mirovên ku mafên wan hatine binpêkirin û neheqî li wan hatiye kirin, sûc nîne. Sûc ew e ku mafê me yê xwegihandina rastî û edaletê bê bersiv tê hiştin. Sûc ew e ku maf û azadiya me tê astengkirin. Sûc ew e ku rêyên lêgerîna li mafê xwe tê girtin."

'PÊWÎSTIYA ME BI AZADIYÊ HEYE'

Ocak ji bo karibin xwe bigihînin hezkiriyên xwe yên di binê çavan de hatine windakirin û ji bo bicihhatine edaletê pêwîstî pê heye ku bala raya giştî bikişînin ser mijarê û got, "Ji bo em karibin vê bikin jî, divê azadiya nêrîn û îfadeyê, azadiya lidarxistina xwepêşandanan û azadiya çapemeniyê bi rengekî bê kêmasî bi cih were anîn."

'EM Ê DEV JÊ NEQERIN'

Ocak bibîr xist, ku Makbûle Babaoglû dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê 12'ê Adara 1994'an li Rihayê hate windakirin, berî 2 rojan jiyana xwe ji dest da û got, "Bila dayika me Makbûle xweş razê; te dev jê berneda. Em ê jî dev ji lêgerîna li Nazim neqerin."