Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Gulunay li hev civiyan

Lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji berdewam kir. Di çalakiyê vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ku di 20'ê Tîrmeha 1992'an de dema diçû ser karê xwe û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 642'yan de aqubeta windayan pirsî û xwest kujer bên darizandin. Dayik wekî her hefteyê li Qada Galatasarayê li hev civiyan û wêneyên kesên winda rakirin, qûrnefîl û laçikên spî danîn ser wêneyan.

'PÊWÎSTE DEWLET HESABÊ VÊ BIDE'

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992'yan de hat windakirin pirsî. Keça Gulunay Denîz Gulunay eşkere kir ku dewlet 25 salan deyndarê wê ye û wiha axivî: "Divê hesabê 20 salan ê ku min bê bav derbas kir bide."

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992'yan de dema li Stenbolê ji mala xwe derket û carke din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Dayikan xwest sûcdar bên cezakirin. Keça Gulunay Demîz Gulunan aşkera kir ku 25 sal e bavê wê ji hêla dewletê ve hatiye windakirin û wiha axivî: "Dê bavê min neyê. Em ê hesabê vî 25 salî çawa bipirsin. Dewlet 25 salan ji min re deyndar e. Bila hesabê vî 25 salî bide. Kê naxwaze ku gora hezkiriyê xwe ziyaret bike?" Gulunay li ser windahiyên dewletê rawestiya û wiha pêde çû: "Şerma herî mezin a dewletê ew e, mirovan mehkûmê hestiyên xizmê wan dike."

'ME HASAN KUŞT, NIHA DORA TE YE!

Şahidên ku serî li ÎHD'ê dabûn, axaftinên wan jî hatin guhdarkirin. Şahidên ku nexwestin navê xwe bêjin eşkere kirin ku wan êşkence dîtiye û gotina "Hasan bînin" bihîstine. Şahidê din Hasan Bozkurt jî da zanîn ku wan di bin çavan de êşkence ditiye û wiha axivî: "Gotina 'Me Hasan Gulunay kuşt, wê dor bê we jî' bihîst."

'DEMOKRASAÎ LI KÛ YE?'

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla Gulay Bakişkan ve hat kirin. Bakişkan pirsa "Demokrasiya ku hûn dixwazin xwedî lê derkevin li ku ye?" kir û eşkeea kir ku wê AKP wekî berdewama vî sûcî di dîrokê de cihê xwe bigire.