Dayikên Şemiyê: Em ê şopdarên rojnamevan Tepe bin
Dayikên Şemiyê di hefteya 648'an de xebatkarê Rojanmeya Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê berî 24 salan hat windakirin bi bîr anî û xwest aqubeta Tepe bê zelalkirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 648'an de xebatkarê Rojanmeya Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê berî 24 salan hat windakirin bi bîr anî û xwest aqubeta Tepe bê zelalkirin.
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta xizmên xwe bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 648'an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Kurer diyar in, winda li ku ne" hat vekirin û laçikên ku aştiyê temsîl dikin avêtin ser wêneyên kesên winda.
Di çalakiya vê hefteyê de rojnamevanê ciwan Ferhat Tepe hat bibîranîn. Tepe di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de li Bedlîsê hatibû windakirin. Tepe xebatkarê rojameya Ozgur Gundemê bû.
‘WÊ NEVIYÊN MIN VÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN’
Xwişka Cemîl Kirbayir ê di 13'ê Îlona 1980'yan de hat windakirin, Fatma Kirbayir axivî û bal kişand ser doza birayê xwe ya li DMME'yê. Kirbayir aşkera kir ku Wezareta Edaletê bi hincetên wekî "Warîsê dozê tune" dixwaze dozê betal bike û wiha got: "Ez nexweş jî bûm, ji cihê xwe rabûm hatim. Em 30 sal e li wî digerin. Min bi salan dayika xwe li pişta xwe gerand û aqubeta Cemîl pirsîn." Fatma Kirbayir got ku ew ê dest ji lêgerîna birayên xwe bernedin û wiha axivî: "Ez dozdar im. Ez ji hekîm û berpirsyarên paqijiyê, ji her kesî dozdar im. Wê neviyên neviyên min vê dozê bişopînin."
MEXDURAN CEZA DIKIN
Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe jî got ku "Ji wê rojê heta niha 24 sal derbas bû" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne nav dan û lêpirsîn xwest. Heta ev navanan neyên lêpirsînkirin, dê pêşerojeke bi rumet li vî welatî neyê sazkirin." Tepe aşkera kir ku bavê wê Îslak Tepe ji ber gotinên ku ji bo birayê wê bi karaniye, salekî hatiye cezakirin û ev tişt got: "Li vî welatî ne kujer, kesên mexdûr tên cezakirin."
‘EM Ê XWEDÎ LI ALA TEPE DERKEVIN’
Nûçegîhanê ajansa Dîhaberê ya bi biryarnameyê hat girtin, Yasîn Kobulan jî ev tişt anî ziman: "Em Dîhaberê ji Kemal Korkut, Şapatan, Xirabê Bavan û Qada Galatasarayê dinasin. Ew ajanseke ku rastî bi gel re parvedikir bû. Ew nûçeyên ku medyaya hewzê nedidît, dîhaberê radigihand." Kobulan ew dê xwedî li ala Ferhat Tepe derkevin û xwedî li rastiyan derên.
‘DESTHILATDARÎ BIGUHERIN JÎ LÊ ZÎHNIYET HEMAN E’
Daxuyaniya çapemeniyê jî nûçegihana dîhaberê ya ku bi biryarnameyê hat girtin Sadiye Eser xwend. Eser xwest ku kiryarên ku Tepe qetilkirine bên cezakirin. Eser derbarê qetilkirina Tepe de ev tişt got: “Der barê qetilkirina Ferhat Tepe de li DMME’yê 2 kesên şahidiyê dikirin bi zext û ji bo berjewendiyên temîn bikin beyanên derew kiribûn. Aha ji ber vê yekê 22 sal e desthilatdarî biguherin jî lê zîhneyeta wan naguher e. Meseleya em dibêjin ev yek e. Eser di berdewama daxuyaniyê de behsa serpêhatiya windakirina Tepe kir û bal kiHand ser dosyeya windakirina Tepe ku veguhestin DMME’yê û ji ber Tirkiyê lêpirsînek bi bandor nekir hatibû mehkûmkirin.