Dayikên Şemiyê: Em dev jê bernedin wê başî bi ser bikeve

Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Ozdemîr hatin ba hev ê ku di sala 1997’an de li Amedê ji aliyê dewletê ve piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi armanca bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 739’an de xwestin li qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, careke din rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên ku polîsn li pêş wan bend danî, berê xwe dan şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Polîsan li vir jî dayikên li kolanê kom bûn dorpêç kirin û xwest zextan bimeşînin. Dayikên li kolanê kom bûn dîsa wêneyên windayan hildan û karanfîl xistin destê xwe. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û Alî Haydar Hakverdî amade bûn. 
 
‘TÊKOŞÎNA ME 24 SAL IN DIDOME’
 
Vê hefteyê Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995’an de hat windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, Maside Ocak daxuyanî xwend. Masîde Ocak, diyar kir ku çalakiya wan a "Em windayên xwe dixwazin" wê 2 roj şûnde 24 salan li pey xwe bihêle û wiha got: “24 sal berê di 27'ê Gulana 1995'an de ji bo kesên hatin windakirin bên dîtin em derketin qadan. Ji bo kujer bi sûcê xwe re bê rûqalî hev, hesap bide û edalet pêk bê em daketin Qada Galatasarayê. Me armanca xwe kir hêz, hêrsa xwe jî kir biryar û me li ber xwe da. Li ser vê axa ku heqîqet tê înkarkirin, binpêkirina mafan bê ceza tê hiştin, em li windayên xwe li heqîqet û edaleta xwe xwedî derketin. Me qada Galatasarayê kir qadek hafizayê. Me kesên hatin înkarkirin û windakirin li qada Galatasarayê zindî hişt. Me polîtikayên windakirinê ya dewletê li Qada Galatasarayê bilind kir. Me sûcê windakirinê li ser malbatên zarokên wan hatin windakirin li Qada Galatasarayê belekek kolektif ava kir." 
 
‘QAD LI ME HATIYE QEDEXEKIRIN’


Ocak, destnîşan kir ku Qada Galatasarayê 40 hefte ye li çalakiyên wan hatiye qedexekirin û wiha axivî: "Qada Galatasarayê bi awayekî bê hiqûq, li me hatiye qedexekirin. “Dewletê bi panzêr, TOMA û polîsên xwe Qada Galatasayê dîl girtiye. Em bi zora polîsan li vê kolana teng hatine hepiskirin. Yên dewletê bi rê ve dibin zagon û hiqûqa xwe îhlal dikin. Em ê vê yeke jî derbas bikin. Lê emê van bendên li pêş we gav bi gav derbas bikin. Ji ber ku ji Antigone heta niha yên li edaletê digerin û li windayên bê gor digerin, çalakiya xwe berdewam kirin. Tu hêzê nekarîbû li hemberî vê çalakiyê bibe asteng. Ji ber ku hêj çeka vîna mirov bişkîne nehatiye afirandin. 

ÇÎROKA MEHMET OZDEMÎR
 
 Mesîde Ocak, diyar kir kurê Mehmet Ozdemîr ê di 26'e Kanûna 1997'an de li Amedê hat revandin û windakirin Mehmet Ozdemir jî jiyana xwe ji dest da û wiha lê zêde kir: "Dema Mehmet Ozdemir hate windakirin navê kurê wî jî kirin Mehmet Ozdemir. Navê Mehmet Ozdemir li kurê wî kirin. Kurê Mehmet Ozdemir jî niha ne li jiyanê ye. Em ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin. Emê çalakiya xwe ya li qada Galatasarayê berdewam bikin. 
 
 Kurê karsaz Abdullah Canan ê di sala 1996'an de li Geverê ya Colemêrgê hat windakirin Tayyup Canan jî anî ziman ku dema dibêjin salên 1990’an Torosên Spî tên aqilê wan û wiha got: "Wê demê yên li Torosên Spî siwar bûn û careke din nehatin malê. Em ê dîsa dakevin qada Galatasarayê û ji kujeran hesap bipirsin." 
Birayê Cemîl Kirbayir, Mikaîl Kirbayir jî wiha got: "Min her tişt dît, lê min edalet nedît.