Dayikên Şemiyê: Em bi xizmên xwe yên winda serbilind in

Di çalakiya Dayikên Şemiyê de aqûbeta Kenan Bilgîn ê ku 30 salan beriya niha ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatî windakirin, hate pirsîn û peyama ‘’Em bi xizmên xwe yên wida serbilind in’’ hate dayîn.

Mirov\Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û ji bo darizandina failên wan cara 1015’emîn li Qada Galatasayê hatin li ba hev.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku di 12’yê Îlona 1994’an de li Taxa Dîkmen a Enqereyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatî binçavkirin û piştre hatî windakirin, hate pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Li Dijî Windakirina Di Bin Çavan De ya ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Sebla Arcan ve hate xwendin û Arcanê diyar kir ku li Tirkiyeyê bi sedan welatî di encama polîtîkayeke dewletê de hatine windakirin.

Di çalakiyê de birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn jî axivî. Îrfan Bîlgîn nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da û diyar kir ku ew bi xizmên xwe yên hatine windakirin serbilind in.

Dayika Mûrat Yildiz ê ku di bin çavan de hatî windakirin Hanîfe Yildiz jî aqûbeta Narîn Gûran a 8 salî ya ku ev 18 roj in winda ye, pirsî.