Dayikên Şemiyê di salvegera 24'an de jî li qada Galatasarayê bûn

Dayikên Şemiyê ketin sala 24'an a têkoşîna xwe. Dayikan ji dewletê re gotin, "Em ê bi ser bikevin, hûn ê têk biçin."

Xizmên kesên destgîrkirî hatî windakirin, cara pêşî 27’ê Gulana 1995’an li Qada Galatasarayê li hev civiyan û dest bi çalakiya xwe kirin. Dayik, sala 24’an dîsa li hev kom bûn û çalakiya xwe domandin. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, wekîlê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu, Seroka Şaxa Stenbolê ya Komalaya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî jî piştgirî dan çalakiya dayikan.

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Daykên Şemiyê, ketin Qada Galatasarayê ku bi bendan hatî dorpêçkirin û qurnefîl danîn qadê. Dayika Murat Yildiz ê destgîrkirî hatî windakirin Hanîfe Yildiz axivî û got, “Em ê peykerekî ku temsîliyeta windayan dike deynin. Em ê bi ser bikevin, hûn ê winda bikin.”

Hevjîna Fehmî Tosun ê destgîrkirî hatî windakirin Xanim Tosun jî got, “Ev qad, qadeke ku me Dayika Berfo rêwî kirî ye. Me li vê qadê soz da Dayika Berfo. Me li vê qadê soz da windayên xwe. Em ê ti car ji winda û ji vê qadê dest bernedin.”

Dayikan, piştî daxuyaniya xwe, qurnefîl û dovîzên li ser ‘Em ê dest ji Galatasarayê bernedin’ hatî nivîsîn danîn ser peykerê 50'ncî Yil Aniti ya li qadê. Piştî wê dayik, bi wêneyên zarokên xwe heta komalaya ÎHD’ê ya li Kolana Îstîklalê meşiyan.

40 HEFTE NE POLÎS ÇALAKÎ ASTENG DIKIR

Polîsê Tirk, 25’ê Tebaxa 2018'am, di hefteya 700’î de êrîşî Dayikên Şemiyê kiribû û nehiştibû çalakî bê kirin. Ev bû 40 hefte ne polîs nahêle dayik bikevin Qada Galatasarayê û çalakî bikin.