Dayikên Şemiyê 23 sal in têdikoşin

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binê çavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên cezakirin, di salvegera 23'an a têkoşîna xwe de li Meydana Galatasarayê li hev civiyan.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binê çavan de hatine windakirin bipirsin û cezakirina kiryaran, roja 27'ê Gulana 1995'an dest bi têkoşînê kiribûn. Dayikên Şemiyê di salvegera 23'an a têkoşîna xwe de li Meydana Galatasarayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên mirovên di binê çavan de hatin windakirin hatin vekirin û bi findan hejmara 23'an hate nivîsandin. Parlamenterên CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû, Alî Şeker, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Alî Kenanoglû, Tulay Korkûtan û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî çalakiyê bûn.

Endama Komîsyona Windahiyên di Binê Çavan de ya ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Sebla Arcan destpêkê axivî. Arcan bi bîr xist ku ji bo pirsîna li aqûbeta xizmên xwe yên di binê çavan de hatine windakirin wan beriya 23 salan li Meydana Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û got, "Me gotibû, 'Em ji we natirsin, em kiryarên we napejirînin, em polîtîkayên we red dikin' û bi vî rengî li Galatasarayê me dest bi çalakiya xwe kiribûn. 23 salan me li vê meydanê bi israr û biryardarî, çalakiya bê îteatiya sivîl a herî demdirêj a li Tirkiye û cîhanê pêk anîn."

Arcan diyar kir ku ev sê nifş in ew li Meydana Galatasarayê têdikoşin û got, "Destpêkê dayik hatin vê meydanê, piştre zarokên wan û niha jî neviyên wan li vê meydanê ne."

Dayika Hasan Ocak ê di binê çavan de hate windakirin Emîne Ocak ku yek ji dayikên destpêkê ye ku li meydana Galatasarayê dest bi çalakiyê kir, ji ber nexweşiyê nekarî tevlî çalakiyê bibe, lê belê mesajek şand. Peyama Emîne Ocak ji aliyê keça wê Masîde Ocak ve hate xwendin û wiha hate gotin, "Ya ku li ewladê xwe digere, ne tenê ez im. Min xwest ev bibe ya dawî. Bila êşkence li ewladê kesî nebe, bila kes neyê kuştin. Min xwest ti dayik li goristanên bêkesan li ewladê xwe negere. 3-4 xizmên windayan, malbata min û yên destekê didin me 23 salan em li vê meydanê li hev civiyan. Ev meydan ji me re bû dibistan. Ev meydan ji bo dayikên bê gor bû gor. Me li vê meydanê derdên xwe anîn ziman, me hev hembêz kir. Kombûna me li vê meydanê ji bo me hêvî ye. Lê belê yên ku 23 sal beriya niha ewladên me di binê çavan de winda kirine hê jî bi dilrehetî digerin. Ji ber vê yekê me dest ji vêm eydanê bernedan, em ê dest jê bernedin. Galatasaray a me ye. Cihê wan mirovan e ku li ewlad, hevser, bav, xwişk, bira, kal, pîra xwe digerin. Heta ku goreke hemû windahiyên me hebe, heta ku edalet ji her kesî, li her derê re bê, ez dengê xwe nabirim û ji bîr nakim. Hûn jî ji bîr nekin. Xwe bêdeng nekin, eger em ji bîr bikin wê ti carî edalet neyê."

Piştî peyama Emîne Ocak, malbatên ku xizmên wan di binê çavan de hatine windakirin yek bi yek axivîn.