Dayikan li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
Dayikan li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
Dayikan li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê aqubeta xwendekarê lîseyê Huseyîn Morsumbul ê 34 sal beriya niha li Çewlikê di bin çav de hate windakirin, hate pirsîn. Di çalakiyê de hate gotin ku dewlet hê jî berpirsyaran diparêze û ev tişt hatin gotin: "Bila êdî ev welate nebe 'Welatê miriyên bê goristan'." Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li Sumerbanka kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê.
Dayikên Şemiyê, li Stenbolê di 496'emîn hefteya çalakiya xwe de cardin ji bo aqubeta xizmên xwe yên winda bipirsin li cem Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwendekarê Lîseyê Huseyîn Morsumbul ê 34 sal beriya niha li Çewlikê di bin çav de hate windakirin, hate birsîn. Hunermend Nur Surer nameya ji aliyê dayika Morsumbul ve hatiye şandin xwend.
Di nameyê de Morsumbul diyar kir ku li gel hemû pêkutiyan li Qada Galatasarayê qet dev ji lêgerîna edeletê nehatiye berdan û got ku xwedîderketina li Qada Galatasarayê xwedîderketina Huseyîn e. Morsumbul, di nameyê de destnîşan kir ku xwişka Huseyîn jî ji ber pêkutiyan derketiye çiyê û di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye. Morsumbul wiha axivî: "Min du zarokên xwe di vî şerî de winda kir. Ji bo cardin tu kes nemire ez aştî dixwazim."
Piştî axaftinan vê hefteyê daxuyaniyê ji aliyê Sevda Arican ve hate xwendin. Arican behsa windakirina Morsumbul kir û wiha domand: "Dewlet berpirsyaran diparêze. Ev welat bûye cihê miriyên bê goristan. Huseyin Morsumbul di 18'e Îlona 1980'an de hate li Çewlikê ji mala xwe hate binçavkirin. Polîs û leşkerên di bin fermandariya Serbaz Durmuş Kivrak de ew girtin. Ew piştî hate binçavkirin, birin Tugaya Çewlikê. Piştre gotin ku Huseyîn ji tabûrê reviyaye û bi vê derewê ew hate windakirin. Em dixwazin hemû leşkerên wê demê bên darizandin û cezakirin."
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li Sumerbanka kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP û DBP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û pankrata "Winda diyar in kiryar li ku ne." hate hilgirtin.
Li ser navê komê Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Mehmet Aker daxuyanî xwend û aqubeta Fehmî Tosun ê ku di 19'ê cotmeha 1995'an de li navçeya Avcilar a Stenbolê li ber mala xwe hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin pirsî.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.