Dayika Leyla Guven Cevriye Guven çû ser dilovaniya xwe

Dayika Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Cevriye Guven çû ser dilovaniya xwe.

Cevriye Guven, dayika Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku, ji bo tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 58 roj in di grêva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de, vê sibehê çû ser dilovaniya xwe. Hate gotin dayika Guven a 94 salî ji ber temenê xwe tim di nav nivînan de bûye.

Hate gotin Guven a ku li Konyayê çûyî ser dilovaniya xwe wê li Cîhanbrylî, li taxa Yapali were veşartin.

Diyar bû ku parêzerên Guven van saetan wê biçin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û agahiyê bidin Leyla Guven. Heke rewşa tenduristiyê ya Guven bihêle ku derkeve, parêzer ji bo ku Guven tevlî merasîma cenaze ya dayika xwe bibe wê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bidin.

HDP'Ê SERSAXÎ DA

HDP'ê peyama sersaxiyê da. HDP'ê di peya xwe de diyar kir ew bi wefata dayika Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xemgîn in û domand, ''Têkoşîna me ji bo wê ye ku dayikên me bi aştî û aramî li cem hez û xizmên xwe bikaribin bijîn.''

BAVÊ AHMET ŞIK ÇÛ SER DILOVANIYA XWE

Her wiha bavê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Huseyîn Şik jî çû ser dilovaniya xwe.
Şik li Antalyayê dema ku li nexweşxaneyeke taybet tedawî dibû çû ser dilovaniya xwe.
Cenazeyê Huseyîn Şık piştî wê li Goristana Sarisuyê ya navçeya Konyaaltiyê were veşartin.