Dayika Gulten: Ez li mala xwe şehîd bibim jî jê dernakevim

Dayika bi navê Gulten ya bi eslê xwe ji bajarê Mêrdînê bû, sala 2015’an ji ber zextên dewleta Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbesiyê bûbû.

Dayika bi navê Gulten ya ji bajarê Mêrdînê bû, di sala 2015’an de ji ber êriş û zextên dewleta tirk tevî hesrê xwe berê xwe dabû Rojavayî Kurdistanê. Dayika Gulten weke hemû dayikên Kurdistanê ji salên 90’î ve kedkareke şoreşa Kurdistanê bû. Ji ber vê xizmeta mezin gelek caran rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê. Lê ew dev ji xizmet û keda dide bernade û ji ber zextên zêde yê dewletê berê xwe dide Rojavayî Kurdistanê.

Dayika Gulten, di nav 4 salên li Rojavayî Kurdistanê de tekoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê xwe berdewam dike. Bi hestên netewî û dilpakiya rihê tekoşîner yê jina Kurd dibe xwedî hewldanek mezin di şoreşê de.

Bi dest pê kirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re hêrsa xwe tîne ziman. Dayika Gulten ji ber êş û xemginiyeke mezin li hemberî êrişên pêşketin jiyan dike, li Dirbesiyê qirîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Dayika Gulten beriya qirîza dil derbas bike bi rojeke diaxive. Di wê hevpeyvînê de hêrsa xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û her wiha girêdana bi welat û biryardariya xwe wiha tîne ziman; “Ez li vir şehîd bikevim jî ez ji mala xwe dernakevim. Bê berxwedan jiyan nabe. Mirovê ku welatê wê tinebe rûmeta wê jî diçe.”

Dayika Gulten, her wiha di dawiya hevpeyivîna xwe de daxwaz li ciwanan dike ku welatê xwe biparêzin û wiha dibêje; “Hêza ku karibe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekine hêza ciwana ye. Pêwîste ciwan tu carî nefikirin çeka xwe deyînin û welatê xwe ji dagirkeran re bihêlin. Ez ji ciwanan re dibêjim bila sînga wan li dijmin be çêtire ku pişta xwe bidin dijmin. Em tu carî teslîm nabin, ‘Berxwedan jiyan, berxwedan jiyane’.”

Dayika Gulten, piştî biryardarî û hêviyên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe û parastina welatê xwe tîne ziman, jiyana xwe ji dest dide.