Daxwaza azadiya Ocalan birin NY’yê
Meşvanên azadiya Ocalan, daxwaza azadiyê birin NY’yê, hêzên ku di komploya navneteweyî de rol lîstîn jî lenet kirin.
Meşvanên azadiya Ocalan, daxwaza azadiyê birin NY’yê, hêzên ku di komploya navneteweyî de rol lîstîn jî lenet kirin.
Roja yekem a Meşa Dirêj a bi şîra “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdisanê Re Statû” ku ji Cinêvê di saetên sibehê de destpê kir, bi mîtînga ku li pêşiya Neteweyên Yekbûyiyê hate lidarxistin ve bi dawî bû. Di tevahiya meşa de ku li pey pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” li navenda bajarê Cinêvê meşiyan, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ hatin bilindkirin, bi yek dengî dirûşmên mîna “Ji Ocalan Re Azadî”, “Terorîst Tirkiye” û “Diktator Erdogan” qîr kirin.
Meşa kû bi coşekî mezin dewam kir bal kişandin ser rola Ocalan a ji bo gelên Rojhilata Navîn, azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd tê wateya heyîn û neyînê.
Di tevahiya meşê de Swîsreyiyan bi çepikan piştgirî da çalakgeran, ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.
Meşa Dirêj a 2 rojan, roja 1’emîn bi mîtînga ku li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate lidarxistin ve qediya. Di axaftinê mîtîngê de hate kirin binî xet kirin ku di rewşa heyî de Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan hate kirin hatiye valaderxistin. Bang li Saziya NY’yê hate kirin bi boneya erka wê divê li dijî mercên tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bikeve nava tevgerê.
DOSYA PÊŞKÊŞÎ NY’YÊ HATE KIRIN
Li aliyê din heyetek li ser navê meşvanên Meşa Dirêj, bi tîma girêdayî masaya Tirkiyeyê ya girêdayî Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê re hevdîtin kirin, bal kişan ser rewşa tecrîdê ya li ser Ocalan. Heyeta ku têkildarî mijarê dosyayek pêşkêşî rêveberan kirin, daxwaz ji NY’yê kir ku di aliyê azadiya Ocalan de divê bikevin nava tevgerê.
Kurdisanî û dostê wan ên Meşa Dirêj di roja 2’emîn de wê sibehê li Lozanê dewam bike.