Sendîkaya Karkerên Înşaata Yapiyolê ya DÎSK’ê ji bo bûyera Mehmet Aytaç ê li şantiyeya 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê bi idîaya ji ber ku bi Kurdî axiviye li qawîşa xwe dema razayiye bi benzînê hate şewitandin û qetilkirin, li Cadeya Îkîtellî Halkaliyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de ji bilî Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu, rêxistinên demokratîk ên mîna Kongreya Demokratîk a Gelan, Partiya Demokratîk a Gelan, Partîzan û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Girseyê pankarta, “Em ê rê nedin êrîşkariya faşîzan” bilind kirin, dirûşmeyên “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil”, “Bijî Yekîtiya Karkeran” û “Wê Kedkar Hesab ji Kujeran Bipirse” hatin berzkirin.
Endamê Dev-Yap- Îş’ê Ozgur Karabûlût daxuyaniya çapemeniyê xwend, bal kişand ku înşaata ku Aytaç lê dixebitî hewl dide bûyerê binixumîne û wiha pê de çû: “Qedexe hatiye danîn ku karker der heqê bûyerê de agahiyan bide. Rayedarên Şîrketê, milê polîtîk ê bûyerê tine dihesibînin û îdîa kirine ku mijar ji pevçûnekî biçûk pêk hatiye.” Karabûlût destnîşan kir ku bi şewitandinê qetilkirina Aytaç, zîhniyeta DAÎŞ’ê ye.
Karabûlût got wek sendîka wê pey vê bûyerê bernedin.
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu jî got wê ev jehra nîjadperestiyê bi ser nekeve.