Darîo Fo jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê Îtalyan û Antîfaşîst Darîo Fo ku sala 1997’an Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt, jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku nivîskar Darîo Fo ji ber nerehetiya pişikê jiyana xwe ji dest daye. Darîo Fo ku di heman demê de endamê Partiya Komunîst a Îtalyan e û di têkoşîna çepgir de cih girtiye, sala 1959’an bi hevjîna xwe Franca Rame re ‘Koma Darîo Fo – France Rame’ damezirandibû.

Darîo Fo ku bi hevjîna xwe France Rame re bernameya televîzyonê ya ‘Canzonîssîma’ pêşkêş dikirin, di heman demê de şanoya ajît-prop a siyasal pêş dixist, xwe dispart kevneşopiya komediya hunerî.

Darîo Fo, sala 1968’an komek din a bi navê ‘Dika Nû’ ku bi Partiya Komunîst a Îtalyan re têkîliyên xwe hebûn, dameziran sala 1970’ê jî bi Koma Şanoya Gel re li karxaneyan, park, qadên sporê û cihên din ên ku gel komî li disekinin geriyan.

Darîo Fo xwedî şanoyên “Morte Accidentale di un Anarchico (Mirina Anarşîstekî ya Ji ber Qezayekê)” û “Em nadin, nikarin bidin! (Non si paga, non si paga!)” bû ku li Italyayê rastî eleqeyek mezin hat, sala 1973’an bi rola xwe ya yekkesî ya ku li Mîstero Bûffo lîstibû di mejiyan de cih girt.

Darîo Fo ku sala 1997’an Xelata Noelê ya Wêjeyê wergirt, li dijî sîstema darazê ya Îtalyayê û rastgirên tund xwedî sekin bû. Fo, sala 2001’an bû namzetê şaredariya Mîlanoyê, di seranserî cîhanê de bû yek ji ew nivîskarên Îtalyan ku xwedî şanoyên herî zêde.