DAIŞ: Me bi Tirkiyeyê re muzakere kir
DAIŞ: Me bi Tirkiyeyê re muzakere kir
DAIŞ: Me bi Tirkiyeyê re muzakere kir
Takva Haber a bi nêzîkatiya xwe ya bi DAIŞ re tê naskirin, diyar kir serbestberdana 49 wezîfedarên konsolosxaneyê di encama muzakereya di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de pêk hatiye.
Li gor Takva Haber, DAIŞ bi Tirkiyeyê re 3 mehan muzakere kir. Li ser pirsa gelo fidye hatiye stendin an na Takva Haber îdîa kir ku ‘fidye nehatiye stendin’ û got, "Di encama mutabeqata her du dewletên ku li ser maseyê rûniştin pêk hatiye.”
Takva Haber der barê detayên muzakereyên di tevahiya 3 mehan de hatine meşandin jî agahî da. Li gor vê; Tirkiye bi MÎT û Serokatiya Daîreya Operasyonên Derve (DOP) hatiye temsîlkirin, di aliyê DAIŞ de jî nûnerên saziya wek "Serokatiya Karên Derve ya Dewleta Îslamê” tê binavkirin di muzakerayan de cih girt.
Takva Haber, da xuyakirin ku Tirkiye bi redkirina “koalîsyona li dijî DAIŞ” a DYA pêşniyar kir, niyeta xwe danî holê û “bi rêyên neyekser be jî” DAIŞ nas kiriye.