DAIŞ ji gundê rojhilat topan davêje Kobanê

DAIŞ ji gundê rojhilat topan davêje Kobanê

Çeteyên ku li Kobanê windahiyên mezin didin, ev sê roj in li rojhilatê bajar li gundê Mîrdavut bi çekên giran ên bi traktoran anîne li dijî navenda bajar topan diavêjin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ji deriyê sînor şûnde hatin vekişandin, li eniya rojhilata a Kobanê li gundê Mîrdavut çeteyan topên ku birin qada daristanê ji wir êrîşî navenda bajar dikin. Welatiyên li gundê Zewhan a Pirsûsê ku tam li dijî gund in, diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê roja ku ji deriyê Murşîtpinarê êrîş pêk dianîn bi traktoran top birine qada daristanê ya gundê Mîrdavut û  ev sê roj e bi van topan êrîşî Kobanê dikin.

Gundê herî nêz û yê li hemberî Gundê Mîrdavut e gundê Pirsûsê yê Zehwan e.