DAIŞ gule li sivîlan direşîne, wesayîtan dişewitîne, leşker lê temaşe dike
DAIŞ gule li sivîlan direşîne, wesayîtan dişewitîne, leşker lê temaşe dike
DAIŞ gule li sivîlan direşîne, wesayîtan dişewitîne, leşker lê temaşe dike
Çeteyên DAIŞ'ê, gule li sivîlên li herêma di navbera gundê Koralî yê Kobanê û Goktepe yê Bêrecûkê de dimînin reşandin, ku ev herêm di bin kontrola leşkerên Tirk de ye. Ji ber gulereşandinê welatiyên sivîl derbasî gundê Goktepe bûn û çeteyan jî li pêş çavê leşkeran wesayîtên sivîlan şewitandin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku di encama operasyona YPG'ê ya li eniya rojava de derbên giran xwarin, berê xwe dan sivîlên li herêma navberê di wesayîtên xwe de dimînin. Li eniya rojava, di bersiva YPG'ê ya li êrîşa çeteyan de yek jê serçete 4 çete hatibûn ukştin.
Çeteyên derb xwarin, gule li sivîlên li herêma di navbera gundê Koralî yê Kobanê û Goktepe yê Bêrecûkê de di wesayîtên xwe de dimînin rewşandin, ku herêm di bin kotnrola leşkerên Tirk de ye. Ji ber gulereşandina çeteyan, zarok û extiyar jî di nav de nêzî 150 sivîl derbasî cihekî nêzî gundê Goktepe yê Bêrecûkê bûn. Sekna sivîlan a li herêmê dewam dike, lê çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavê leşkerên Tirk wesayîtên Kobaniyan dan ber agir.
Di dema şewitandina wesayîtan de, leşkeran bi tenê li wan temaşe dikirin.