DAIŞ'ê 4 rojnamevanên li Mûsilê revand qetil kir

DAIŞ'ê 4 rojnamevanên li Mûsilê revand qetil kir

Derket holê çeteyên DAIŞ’ê ku li bajarê Mûsilê hefteyek berê 12 rojnamevan revandibû û ji van 4 kuştine. Çavkaniyên tenduristiyê yên Mûsilê diyar kirin ku ji 12 rojnamevanan 4 bi awayekî serjêkirî teslîmê nexweşxaneyê hatine kirin. Rojnamevanên mijara gotinê, li Mûsilê di televîzyonên ku li ser satalaytê weşandê dike de dixebitîn.

Komkujiyên DAIŞ’ê didome. Ji 12 rojnamevanên ku hefteyek berê li Mûsilê hatibûn revandin 4 jê hatin kuştin. Hat hînbûn ku DAIŞ’ê cenazeyên rojnamevanan teslîmê xebatkarên saziya tenduristiyê kirine. Çavkaniyên herêmî yên Mûsilê piştrast kirin ku cesedên ku serê wan hatine jêkirin hatine teslîmkirin û gotin ew texmîn dikin ku aydê rojnamevanan. Nehat aşkerakirin ku cesed aydê kê ne û ji kîjan neteweyê ne. DAIŞ’ê di 3 hefteyên dwî de 19 rojnamevanên çapemeniya Iraqê revandin. Merciyên ewlehiyê diyar kirin ku DAIŞ’ê ku demekê revandina rojnamevaan sekinandibûn, dîsa daye destpêkirin û got cihê ku rojnameger lê tên girtin hêj nehatiye tespîtkirin.

Rêxistinên mafê mirovan yên Mûsilê da zanîn ku rojnamevan hatine revandin hêj windane û rojnameya Îngîlîz The Guardîan jî got ji kesên hatine revandin nasnameya sê kesan tespît kirine. Li gorî agahiyên The Guardin daye, nûçegîhanê televîzyonê Talal Qaîs û kamereman Walîd Akîdî û Eşref Abadî di nava 19 rojnamevanan de cih digire.

DAIŞ’ê rojnamevanê Kurd Muhannad Akîdî ku revandibû du meh şûnde înfaz kiribû, lê ev ji aliyê Rojnamevanên Sînornenas ve nehatibû tespîtkirin.

DAIŞ’ê berê jî serê rojnamevanên Amedîkayê James Foleyve Steven Sotloff û xebatkarên tenduristiyê yên Îngîlîz Alan Hennîng û Davîd Haînes jê kiribû û înfaz kiribû. Dîmenên wan jî weşandibû.

Koordînatorê Bernameya Parastina Rojnamevanên Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîkayê  Şerîf Mansur jî got divê demildest pêşî li van tehdîdên DAIŞ’ê yên li ser çapemeniyê bê girtin.