DAIŞ di êrîşên xwe de zarokan bikar tîne

DAIŞ di êrîşên xwe de zarokan bikar tîne

Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên xwe yên li dijî herêma Kobanê de zarokan bikar tînin.

Ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê, hejmareke mezin ji zarokan kêmî 18 salî ku DAIŞ'ê ew ji bo şer bikar tînin, hatine kuştin.

Di nava şer û pevçûnên duh yên li herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê derketine de nêzî 33 çete hatin kuştin. Cenazeyên van çeteyan di destê şervanên YPG'ê de ne. Li gorî bijîşkên keşf û lêkolînan, di nava wan de zarokeke temenê wî kêmî 18 salî heye.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajarê Reqayê dagir kirin, dibistan û mezgeftên olî yên perwerdeyên fikrên radîkal ji bo zarokan vekirine.