Daîreya penaberan a Elman 2 hezar tercûman ji kar derxist

Li Daîreya Koç û Penaberiyê ya Elmanyayê dawî li skandalan nayê. Hate eşkerekirin ku di nava sala dawî de zêdeyî 2 hezar tercûmanên li daîreyê ji kar hatine derxistin.

Yek ji mijarên sereke yên rojeva vê dawiyê ya Elmanyayê skandalên li Daîreya Koç û Penaberiyê ya Federal (BAMF) e. Seroka berê ya daîreya şaxê Bremenê yê BAMF'ê çend roj berê bi girtina bertîlê ji penaberên serlêdana penaberiyê kiribûn hate sûcdarkirin û ji kar hate derxistin. Piştre der barê wê de lêpirsînê dest pê kir.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de hatin weşandin, rêvebera jin a ji kar hate derxistin ketiye sîstema daîreyê û serlêdana 1200 penaberan ku piraniya wan Êzidiyên ji Rojavayê Kurdistanê ne erê kiriye. Dozgeriya Bremenê îdîa kir ku serlêdanên penaberiyê bi nebaşî hatine bikaranîn û bi gumana sûcê organîzekirî dest bi lêpirsînê kir.

Lê belê agahiyeke zelal a li ser wergirtina bertîlê di berdêla serlêdana penaberiyê de, bi raya giştî re nehate parvekirin. Rêvebera ku nasnameya wê nehate eşkerekirin, tê gotin ku di hesabên xwe yên medya civakî de parvekirinên saziya bi navê 'Pro Asyl' û yên li ser Êzidiyan weşandiye. Rojnameya Braunschweiger Zeitung' jî ragihand ku rêvebera berê ya şaxê Bremenê yê BAMF'ê erêkirina serlêdanên penaberên Êzidî di berdêla pereyan de nekiriye.

Skandaleke din a li ser daîreya penaberan der barê tercûmanan de ye. Wezareta Karên Hundir bersiv da pêşniyar pirsa Partiya Çep a li ser mijarê û diyar kir, di navbera salên 2017-2018'an de 2100 tercûmanên li BAMF'ê ji kar hatine derxistin. Li gorî vê yekê, hejmara tercûmanan ku berê 7500 bû niha bûye 5200.

Balkêş e ku wezaretê diyar kir ku 30 tercûman bi rengekî bê alî tevnegeriyane û ji ber vê yekê ji kar hatine derxistin.

Biryara li ser statuya penaberên hatine Elmanyayê ji aliyê BAMF'ê ve tê dayin.