Dagirkirina dewleta Tirk a Sûriyeyê wê li Parlamentoya Swêdê bê nîqaşkirin

Parlamenterê Partiya Keskan ku şirîkê hikûmetê ye, Jabar Amîn têkîldarî dagirkirina artêşa Tirk a Sûriyeyê û êrîşên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşnûmepirsek da Parlamentoya Swêdê.

Amîn bal kişand ku gelek dezgehên medyayê û rêxistinên mafên mirovan têkîliya Erdogan, rejîma Tirk û DAÎŞ’ê xistine rojevê, daxuyaniyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê wek mînak nîşan dide.

Amîn bi bîr xist ku hefteya bihurî dewleta Tirk Cerablûs dagir kiriye, êrîş biriye li ser Kobanê ya bi lehengî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye û di encama êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, bal kişand ku yekser destwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê rewşê hê ber bi xirabûnê dibe.

Amîn got pêwîst e Swêd, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li dijî dagirkirina dewleta Tirk a Sûriyeyê derkeve, ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom xwest ku bila hikûmeta Swêdê êrîşên li ser Rojava protesto bike, bi welatên din re jî ji bo rawestandina êrîşên li dijî Rojava bikeve nav hewldanan.

Pêşnûmeya Amîn wê di nav 14 rojan de li Parlamentoya Swêdê bê nîqaşkirin.