Dagirkeriya Tirk li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan, bi wesîleya 'Roja Rabûna li ber Dagirkeriya Tirk' li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan, bi wesîleya 'Roja Rabûna li ber Dagirkeriya Tirk' li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan.

DANÎMARKA

Bi vê armancê li Danîmarkayê 2 çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya destpêkê de ku bi pêşengiya Platfomra Save Efrîn hate lidarxistin, Saîme Bîlen axivî û diyar kir, ku hemû hewldanên dewleta Tirk ji bo tinekirina destketiyên Kurdan e. Bîlen bi bîr xist ku rejîma Erdogan herî dawî li Efrînê dest bi qirkirina Kurdan kir û hêzên navneteweyî jî êrîşên qirkirinê ji nedîtî ve hatin. Bîlen bang li her kesî kir ji bo li ber kiryarên derveyî mirovahiyê yên Tirkiyeyê rabin.

Heman rojê, bi pêşengeniya "Însiyatîfa Dema Aştiyê" mîna her sal Meşa Aştiyê pêk hat û Meclîsa Jinê ya Sêvê tevlî bû. Meclîsê di çalakiyê de daxuyaniyek da û got, "Jinên Kurd bi Însiyatîfa Aştiyê re ji bo heman armancê têdikoşin. Jinên Kurd vê têkoşînê ne tenê ji bo Kurdani her wiha ji bo hemû mirovahiyê dimeşînin."

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, bi wesîleya 26'ê Gulanê roja Efrînê çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Platforma Piştgiriya Efrînê ve li Marienplatzê hate organîzekirin û gelek dijberên nîjadperestî û şer tevlî bûn. Di çalakiyê de dagirkerî, qirkerî û terora dewleta Tirk hatin şermezarkirin û işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

ATÎNA

Dagirkeriya dewleta Tirk li paytexta Yewnanîstan Atînayê hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hate lidarxistin û nûnerên Ciwanên Ewropayê, PYD, rêxistinên Sosyalîst û Yewnan tevlî bûn. Bi sedan kesên li meydana Acamdemiayê li hev civiyan, alên PYD, YPG/YPJ, TJK-E û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Kurd û Kurdistan", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya û daxuyaniya da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Efrînê, gelê Kurd têk nebiriye û mîna Kobanê wê Efrîn û Şehbay jî rizgar bibin.

INNSBRUCK

Kurdistaniyên li bajarên Graz û Innsbruck ên Awûstûryayê dijîn, ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker tevî dostên xwe daketin qadan. Li Innsbruckê di çalakiyê de ku 2 saetan dewam kir, wêneyên ji komkujiya ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye hatin nîşandan. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

GRAZ

Li bajarê Grazê jî mîtîngek hate lidarxistin. Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê Hasan Rojava li mîtîngê axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî teslîmiyetê qebûl neke. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li gelê Kurd kiriye, hatin xwendin. Di çalakiyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin.

LIEGE

Li bajarê Liege yê Belçîkayê, li Place Saint Etienneyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û işaret bi êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê hatin kirin.

Çalakî piştî xwendina belavokê qediya.