Dagirkeriya dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê çalakiyek pêk hat.
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê çalakiyek pêk hat.
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, çalakiyek li balafirgehê hat lidarxistin. Di encame de ji bo 45 daqa ketina balafira Turkish Airlines hat sekinandin û gelek belavok jî hatin belavkirin.
Çalakvanên bi belavok banga boykota Turkish Airlines û aborîya şer a dewleta Tirk kirin. Her wiha bal kişandin li ser mijara şerê dagirkerî ku niha li Rojavayê Kurdistanê - Bakûrê Sûrîyê tê meşandin. Pişti wî çalakvanên meşek li termînalê hate kirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.