Dagirkeriya dewleta Tirk li Hannoverê hate şermezarkirin
Qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin.
Qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin.
Ji 9'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vir ve li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakî pêk tê.
Kurdistanî tevî dostên xwe îro jî daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "bi hev re dinyayê biguherînin" û alên YPG, YPJ û TEV-DEM, QSD 'ê hatin hildan û piştevanî bi berxwedana Rojava re hate kirin.
Belavoka ku FED-DEM'ê der barê mijarê amade kir di çalakiyê de hate xwendin û belavkirin.
Çalakgeran piştî ku bi axaftin û daxuyaniyê peyamên xwe ragihandin ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.
Piştî meşê mîtîngek pêk hat û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.